Li Amedê nerazîbûn nîşanî binçavkirina Arslan dan
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Ozdemîr nerazîbûn nîşanî binçavkirina Serokê Giştî Mehmet Arslan da û got, “Çi dibe bila bibe, em ê xebatên xwe bidomînin.”
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Ozdemîr nerazîbûn nîşanî binçavkirina Serokê Giştî Mehmet Arslan da û got, “Çi dibe bila bibe, em ê xebatên xwe bidomînin.”
Civînên gel ên DBP’ê ya herî dawîn li Amedê hate kirin. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê, rêveberên HDP, DBP’ê û gelek tevlî civîna gel a li avahiya bajêr a DBP’ê bûn.
‘EM KESEK BIMÎNIN JÎ EM Ê DEV JÊ BERNEDIN!’
Alîkara Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Hacer Ozdemîr bi bîr xist ku Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan 3 roj berê li Edeneyê hatiye binçavkirin û got, “Gelek pêkutî li ser DBP’ê hene. Hevserokê me yê giştî binçav kirin. Berê jî Hevserokên me Kamûran Yuksek û Sabahat Tûncel hatibûn girtin. Lê ew çi bikin jî em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em kesek bimînin jî em ê têkoşînê bidomînin.”
‘DIVÊ EM TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’
Ozdemîr diyar kir ku di du salên dawîn de qirkirinek li ser gelê Kurd tê kirin û got, “Li derve qirkirinek heye û li hundir jî tecrîd heye. Li ser Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdeke giran heye. Heta ku tecrîd hebe wê ev êrîş jî bidomin, ji ber vê jî divê em tecrîdê bişkînin. Wê gel her dem hebin lê wê desthilatdar têk biçin. Kurd li ber xwe didin û faşîzm jî ditengije. Wê Kurd bi ser bikevin”