Li Amedê li dijî madeyên hişberê çalakî
Li Amedê li dijî madeyên hişberê çalakî
Li Amedê li dijî madeyên hişberê çalakî
Bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê 54 saziyên civaka sivîl li dijî madeyên hişber zendên xwe badan.
Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr, nûnerên 54 saziyên civaka sîvîl ên Amedê di Foruma Têkoşîna bi Madeyên Hişber re hatin cem hev. Civîn li Hêwana Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin bi serperiştiya Baydemîr hate pêkanîn. Sînevizyonek hate nîşandayîn. Baydemîr da zanîn ku madeyên hişber travmayeke herî mezin a mirovahiyê ye û ew berpirsyariya têkoşîna bi wê re li ser xwe dibînin. Baydemîr, destnîşan kir ku li bajarên berpêşveçûnê yên binesaziya wan a sosyo ekonomî têra nake ev pirsgirêk pir zêde dibin û bal kişand ku di platformên cuda cuda de wan bal kişandiye ser vê mijarê. Baydemîr, da zanîn ku ji bo ciwan û zarokên pêgirtiyê madeyên hişber ji vê nesaxiyê bên rizgarkirin pêwîstî bi xebateke pir cidî heye û da zanîn ku ev pêvajoyeke dijwar, pir buha û zehmetkêş e. Osman Baydemîr weha axivî: “Divê ji zeviyê heta tê ber firotinê bi hemû qonaxên vê iletê re têkoşîn bê dayîn.” Baydemîr daxuyand ku ew hewl didin hemû dînamîkên civakê pê haydar bikin û weha got, “Vê civînê ji bo têkoşîna bi madeyên hişber re weke nexşerêyekê destnîşan bikin.” Osman Baydemîr weha axivî: “Ev bang, ji rêveberiyên herêmê heta parêzgehê, ji ewlekariyê heta sazîyên civaka sîvîl, heta tevgerên ciwanan, fikr û zikrê wan her çi be, divê herkes li dijî vî karê sûcê mirovahiyê bi hev re rabe û reftara xwe deyne.”
Baydemîr daxuyand ku divê ev hestiyarî bi aqilekî hevpar û helwesteke encamgir pêk bê û got ku heke bi hev re bizav bête kirin û herkes xwe bide ber vî barî dê qonaxeke baş bête girtin. Piştre beşdar axivîn û derbarê komeleyê de bîr û boçûnên xwe derpêş kirin. Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, diyar kir ku li tevahiya Tirkiyeyê rêjeya sûc zêde bûye û got, li Amedê jî sûcên tîryakê zêde bûne. Elçî, da zanîn ku divê hukmên qanûnî yên derbarê têkoşîna bi tîryakê re bi bandortir bêne bicihanîn û weha got, “Bi sûcên herî giran re têkoşîn çawa tê kirin divê ji bo vê jî wisa bê kirin.”
POLÎTÎKAYEKE TAYBET HATE MEŞANDIN
Serokê Odeya Mîmaran a Amedê Necatî Pîrînççîoglu, bal kişand ku bi pêvajoya şer re li herêmê rêjeya bikaranîna madeyên şênber zêde bûye. Pîrîççîoglu, destnîşan kir ku derbarê Amedê de polîtîkayeke taybet hatiye meşandin û diyar kir ku divê têkoşîna bi vê re li her dera Amedê, ji gund heta navçeyan li her derê bête meşandin.
Piştî axaftinan teksta komeleya behsa gotinê hate xwendin û ji bo endamên damezrîner bêne diyarkirin lijneyek hate avakirin.