Li Amedê jinan şoreşa Rojava silav kir
Li Amedê jinan şoreşa Rojava silav kir
Li Amedê jinan şoreşa Rojava silav kir
Ji aliyê DOKH’ê ve bi şîara ‘Şoreşa Rojava, şoreşa jinane’ meş pêk anî û bi sekdan kesên tevli meşê bûn şoreşa Rojava silav kirin û komujiya çeteya ya li Rojava jî şermezar kirin. Parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna di çalakiyê de axivî û got: “Îro li Rojava kurd bi rêbaza xwe ya xweser biryarên xwe dê bidin. Sibê jî dê li Tirkiyeyê kurd heman tiştî bi afirînin. Ne serokwezîr û ne jî Obama dê karibe bi vê.
Meşa ji Dortyola Baglarê destpê kir û li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parqa Koşuyolu bi dawî bû. Ligel endamên DOKH’ê û sedan jinî, parlamentera BDP’ê ya Amedê Emîne Ayna, hevseroka BDP’ê Zubeyde Zumrut, wekîla şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hafîze Îpek, Şaredara Licê Fîkriya Aytin û şaredara Bismilê Cemîle Emînoglu jî tevli bûn.
Jinan pankart vekirin û dovîz hildan. Her wiha bê navber dirûşme berzkirin.
AKP DESTÊ XWE JI ROJAVA BIKIŞÎNE
Meşê li ber abîdeya Mafê Mirovan bi dawî bû û li vir hevseroka BDP’ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û da zanîn ku li Rojava bi piştgiriya AKP’ê komkujiya li hemberî kurdan roj bi roj zêde dibe û got ne mumkune ku ew van komkujiya qebûl bikin. Zumrut da zanîn ku AKP’ê desturê dide çete derbas bibin, lê desturê nade kurd derbas bibin û got: “Divê demildest AKP’ê vê piştgiriyê bide rawestandin û destê xwe ji Rojava bikişîne.
Emîne Ayna jî axivî û da zanîn ku hemû gelên Rojhilata Navîn li ser piyane û wiha got: “Li her derê zalim zalim e, zilm zilm e. Li gorî kesan û gelan naguhere. Gelên li Rojhilata Navîn li dijî dîktoran rabûne mafdarin. Lê dema kurd rabin ne mafdarin. Li çar parçeyan li kurdan zilm hatiye kirin. Lê serhildana kurdan serhildan herî bi maf e.Li Iraqê kurdan bi fedekariyeke mezin rêveberiya xwe avakirine û îro jî li Rojava kurd biryara xwe bi xwe didin. Dîsa kurdên li Tirkiyeyê jî dê vê biafirînin. Ne Erdogan û ne jî Obama dê karibe vê asteng bike.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.