Li Amedê ji bo girtiyên grêva birçîbûnê çalakiya rûniştinê

Ji bo girtiyên siyasî ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grêva birçîbûnê dikin li Amedê çalakiya rûniştinê hate kirin.

Berxwedana grêva birçîbûnê li zindanên Kurdistanê û Tİrkiyê ji 27'ê Mijdarê û wir ve didome. Di roja 83'an de ya grêvê de MED-DER'ê (Komeleya Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê) ji bo ku balê bikişîne ser tecrîdê û grêva birçîbûnê xwest ku daxuyaniyekê bide.

Polîsên Tirk nehişt ku daxuyanî li ber Bîrdariya Mafê Mirovan a li Parka Koşuyoluyê were dayin.

Ji bo ku polîsan nehişt ku çalakger bikevin nav parkê çalakgeran li nav xeleka polîsan çalakiya rûniştinê kirin.

Rêveberên HDP'ê, MEBYA-DER'ê, TUAY-DER'ê jî li çalakiyê hazir bûn.

Çalakgeran gelek caran gotin, ''Bijî berxwedana zindanan'' û diyar kirin ew xwedî li çalakiya grêva birçîbûnê derdikevin.