Li Amedê dema destgîrkirina 11 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
Dozgeriyê dema destgîrkirina 11 rêveberên MEBYA-DER’ê yên li Amedê hatîn destgîrkirin, 4 rojên din dirêj kir.
Dozgeriyê dema destgîrkirina 11 rêveberên MEBYA-DER’ê yên li Amedê hatîn destgîrkirin, 4 rojên din dirêj kir.
Polîsên Tirk 27'ê Sibatê bi ser komeleya MEBYA-DER û gelek malan de girtibû û 14 kes destgîr kiribûn.
Ji 14 kesên hatin destgîrkirin rêveberên MEBYA-DER'ê Hatun Aslan (71) û Meryem Soylu (79) û rêveberê HDP'ê Fetullah Işik sewqî Edliyeya Amedê kirin. Dosger bi daxwaza girtinê 3 kes sewqî dadgehê kir. Dadgehê jî Aslan û Soylu girtin û şandin girtîgehê. Işik jî serbest berda.
Dozger dema destgîrkirina 11 kesên ku hîn li Midûriyeta Polîsan a Amedê, 4 rojên din dirêj kirin.
Hevserokên MEBYA-DER'ê Şeyhmus Karadag û Yuksel Almas, endam û rêveberên komeleyê Zekî Dag û Ayşe Çelikbilek, Rêvebera DBP'ê ya Amedê Hatice Guneş, Rêveberê DBP'ê Tahir Gul, Hevseroka HDP'a Peyasê Hanım Altindag, Rêvebarê HDP'a Sûrê Murat Uzgun, Rêveberê HDP'a Amedê Hafiz Işik, Rêveberê MEYA-DER'ê Muzaffer Ulaş jî di nav de 11 kes hîn jî destgîrkirî ne.
Di heman çarçoveyê de polîsan îro jî bi ser gelek malan de girt û endam û rêveberên MEBYA-DER'ê ji di nav de 16 kes destgîr kirin.