Li Amedê bîrdariya 'Wîjdanê Hevpar' hat vekirin
Li Amedê bîrdariya 'Wîjdanê Hevpar' hat vekirin
Li Amedê bîrdariya 'Wîjdanê Hevpar' hat vekirin
Şaredariya Sûrê li navçeya Sûrê ya Amedê bi boneya êşên xwe parve bikin û êş dubare nejîn Bîrdariya Wîjdanên Pevpar" vekir. Di merasima vekirina Bîrdariya Wîjdanê Hevpar de Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, diyar kir ku ji bo êş dubare nebin wan ev bîrdariya wîjdanan vekir û wiha got: "Êdî dora ku hêzên serdest lêborîna xwe ji gelan bixwazin hatiye."
Şaredariya Sûrê ya Amedê bi şîara "Me êşên xwe kirin yek. Bila êdî êş dubare nebin" li Parka Anzele "Abîdeya Wîjdanê Hevpar" ava kir. Di merasima vekirina Abîdeyê de Şaredarê Sûrê Abdullah Demirbaş, Wekîla Şaredara Bajarê Mezin a Amedê Hafize Îpek, Serokê Vakfa Dêra Suryaniyan a Meryem Ana Can Şakarer, Serokê Dêra Ermeniyan a Surp Sarkis Giragos Vartkes Ergun Ayik, Nivîskarê ermenî Mıgırdiç Margosyan, endamên Komîsyona Baweriyan a KCD'ê, rêveberên BDP, HDK, DÎAY-DER, BUŞAK-DER, Komeleya Çand û Hunerê ya Pir Sultan Abdalê û gelek welatiyên din amade bûn.
'EM ÊDÎ ÊŞA HEV ZÊDE NEKIN'
Di merasimê de Şaredarê Sûrê Demirbaş, diyar kir ku di 12'ê Îlonê de darbeya leşkerî pêk hat û wekî rûreşiya mirovahiyê tev li rûpelê dîrokê bûye. Demîrtaş, da zanîn ku di 12'ê Îlonê de hemû êş bi gelan dane jiyandin û xwest êdî hêşên hev zêde nekin û êşên hev derman bikin. Demirbaş, da zanîn ku êdî serdema dewlet bi rastî û kiryarên xwe re bê rûqalî hev hatiye û wiha got: "Em êdî ne wekî berê ne. Me ji dîrokê ders derxist. Em dê li gel hemû êşan dîsa li vir bijîn. Em êdî êşan bi hev nadin jiyandin. Em rexnedana xwe didin bawerî û gelên ku li vir êş kişandine."
Demirtaş, Kemal Pir, Mazlum Dogan û Sakine bibîr anî û diyar kir ku ew li şûna êşan zêde bikin dê êşên xwe parve bikni û hewl bidin ku serdestên êş bi wan dan jiyandin bi rastî û van êşan re bên rûqalî hev. Demîrtaş, anî ziman ku ew soz didin ku dê bi dîroka xwe re bên rûqalî hev û got: "Em dixwazin êdî Ermeni, Suryani, Kurd, Elewî û Êdîzî û Misliman hemû di nava hevde û bi hevre bijîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8 meh berê pêvajo da destpêkirin û heta niha tu cenaze nehatin. Em dixwazin her kes piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.
Piştî axaftinên hatin kirin qurdeleya abîdeya Wîjdana Hevpar hat birîn. Merasim piştre bi dawî bû.