Li Amedê 3 kes hatin girtin

Li Amedê 3 kes hatin girtin

Hefteya borî li bin pira Çemê Êlihê jinek mirî hate dîtin. Piştî bûyerê polîsan 3 kes hatin binçavkirin. Welatiyên hatin binçavkirin li dadgehê hatin girtin.

Hefteya borî, li bin pira Çemê Êlihê jinek kuştî hate dîtin. Piştî kuştina jina 25-30 salî ku navê wê nehat zanîn, polîsan lêpirsîn da destpêkirin.

Di lêpirsînê de polîsan 3 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin veguhestin edliyeya Amedê û hatin girtin.