Li Amed, Wan û Mêrsînê bo mîtînga 1’ê Îlonê ban

Li Amed, Wan û Mêrsînê bo mîtînga 1’ê Îlonê ban

Li Amed, Wan û Mêrsînê bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ji bo aştiyek mayinde û çareseriya demokratîk, civînên çapemeniyê hatin lidarxistin û banga tevlêbûna mîtîngan hatin kirin.

AMED

Odeya Tabîban a Amedê têkildarî 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û mîtînga ku di 1'ê Îlonê de li qada Îstasyonê ya Amedê pêk bê li avahiya Odeya Tabîban civîna çapemeniyê pêk anî. Li salonê pankarta "Ji Tennduristî û azadiye sexberi nabe", hat vekirin. Di civînêde nûnerên Odeya Tabîban û Eczaciyan amade bûn. Serokê Odeya Tabîban Kemal Karadaş, daxuyanî da û diyar kir ku di şerê 30 salan de 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest daye. Karabaş, anî ziman ku riya çareseriyê rêbazên aştî û demokrasiyê ye û xwest her kes hestiyar tev bigere. Karabaş, da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pêngava duyemîn daye destpêkirin û xwest her kes li vê pêvajoyê xwedî derkevin û biparêzin. Karadax wiha got: "Ji bo Birêz Ocalan karibe baş rol û mîsyona xwe pêk bîne divê şert û merc bên başkirin. divê hikumet gavên şênber bavêje. Divê Birêz Ocalan karibe bi saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin pêk bîne. Birêz Ocalan li gel hemu geşedanên neyînî gavên çareseriyê avêt." Karadaş bang li her kesî kir û xwest ji bo daxwaza aştiyek mayinde a Rojhilata Navîn tev li mîtînga 1'ê Îlonê ku li qada Îstasyonê pêk bê bibin.

WAN

Li Wanê jî saziyên sivîl ên civakî û rêxistinên BDP û HDK'ê têkildarî mîtînga herêmî ya Wanê dest bi amadekariyan kirin. Amadekariya mîtînga bi hişyariya "Em bi coşa Newrozê ber bi aştiya bi rûmet ve dimeşin. Em şoreşa Rojava silav dikin" dest pê kir. Komîteya Amadekar a mîtînga herêma Wanê li avahiya KESK'ê ya Wanê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de nûnerên BDP'ê SES, ÎHD, DÎSK û gelek kesên din amade bûn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê Omer Işik, diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 21'ê Adarê Newrozê de pêvajoyek nû daye destpêkirin û ew dê bi ruh û coşa Newrozê mîtingê pêk bînin. Işık, da zanin ku nûnerên BDP, HDK, TMMOB, ÎHD, MAZLUMDER, KESK, DÎSK, Genel-Îş di nava komiteyê de cih digirin û bang li her kesî kir ku tev li Mîtînga Aştiyê ya Herêma Serhedê bibin. Mîtîng dê di 1'ê Îlonê saet di 13.00-18.00'an de li kolana Sıhkê pêk bê.

MÊRSÎN

Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê jî têkildarî mîtînga herêmê ya bi minasebeta 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li Mêrsînê pêk bîne daxuyanî da. Di civînê de Hevseroka BDP'ê ya Mêrsînê Heybet Geçkin, sersaxî ji malbata Halîs Ernarincî re xwest. Piştre Rêveberê BDP'ê Emin Uslu, daxuyanî da û xwest hemû partî û saziyên ku aştî û demokrasiyê dixwazin di 1'ê Îlonê de dakevin qadan. Uslu, anî ziman ku dê Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk Parlamenterê BDP'ê Îdrîs Baluken, Ertugrul Kurkçu, Îbrahim Binici û Erol Dora jî tev li mitîngê bibin. Uslu, anî ziman ku dê di 1'ê Îlonê saet di 17.00'an de li Qada Îstasyonê kom bibin bimeşin Qada Cumhuriyetê. Uslu, anî ziman ku wan ji bo mîtînge serlêdan kiriye û li benda bersîvê ne.