Li Amed û Edeneyê 8 kes hatin binçavkirin piraniya wan doktor in

Li Amed û Edeneyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan û 8 kes binçav kirin ku piraniya wan doktor in.

Xebatkarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Firat Tûrsûn, serokê berê yê Odeya Tabîban a Amedê Dr. Selçûk Mizrakli, Dr. Şemsettîn Koç û Necdet Îpekyuz, seroka berê ya Şaxê Amedê ya SES'ê Hulya Alokmen Ûyanik û mamoste Sadrettîn Kaya hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de li Edeneyê jî Dr. Osman Dogan hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan, wê binçavkirî bînin Amedê.

Tê gotin, operasyon li dijî KCD'ê tê kirin û dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe. Kesên hatine binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê tên girtin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Komeleya Mafirovan Alî Riza Yûrtsever, danê sibehê di dema serdegirtina mala xwe de ji aliyên polîsan ve hate binçavkirin.

Ûyanik, Kaya û Koç bi rêya biryarnameya herî dawî hate weşandin, ji kar hatibûn derxistin.