Li Amed, Mersîn û Stenbolê operasyonên qirkirina siyasî
Biryar hat dayîn Hevşaredara Bismilê Emînoglû were binçavkirin. Li Mêrsîn û Stenbolê jî gelek kes hatin binçavkirin.
Biryar hat dayîn Hevşaredara Bismilê Emînoglû were binçavkirin. Li Mêrsîn û Stenbolê jî gelek kes hatin binçavkirin.
Rejîm AKP/Qesra Erdogan, kiryarên xwe yên qirkirina siyasî li dijî gelê Kurd û kesên di referandûmê de kampanya 'NA' dimeşînin, şidand.
AMED
Polîsên Tirk danê sibehê saet di 04:30 de avêtin ser mala Hevşaredara Bismilê Cemîl Emînoglû ya li taxa Dîclekent a li navçeya Peyasê ya Amedê. Der barê Emînoglû de ku ne li malê bû, biryara binçavkirinê hat dayîn.
MERSÎN
Li Mersînê jî, polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek navnîşanan. Tevî Nûnerê Mersînê yê Ajansa Nûçeyan a Pîr Dîren Keser û endamên Rêxistina Ciwanan a Partiya Şoreşger û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, van ciwanan di referandûmê de bi dirûşma "Na ji Serokatiyê re, Ciwan hene" kar dikirin.
STENBOL
Polîsên Tirk ên ser bi Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, li Sûltangaziyê avêtin ser gelek malan. Ev operasyon ji aliyê gelek polîsên tîmên taybet, polîsên sivîl û helîkopteran hat meşandin û gelek kes hatin binçavkirin.