Li Alanyayê ji bo gerîlayên HPG'ê konê sersaxiyê hat vedan

Li Alanyayê ji bo gerîlayên HPG'ê konê sersaxiyê hat vedan

Li Navçeya Alanya ya Antalyayê ji bo gerîlayên  HPG'ê Ayşe Dalgiç, Leyla Dalgiç û Selahattin Dalgiç ên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn mala sersaxiyê hat vekirin.

Rêveberên BDP'ê û xizmên gerîlayên HPG'ê li Navçeya Alanya ya Antalyayê ji bo gerîlaya HPG'ê  Ayşe Dalgiç ku di 1998'an de li Amedê, Leyla Dalgiç û Selahattin Dalgiç ên di sala 1998'an de li herêma Botanê di şer de jiyana xwe ji dest dan li avahiya BDP'ê mala sarsaxiyê avakir. Li salona sersaxiyê wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  û alên PKK'ê hatin vekirin. Dîsa gerîlayên HPG'ê Aydin Bal, Mervan Polatli, Kemal Şimdî, Kîraz Polatli, Halil Polatli û Leyla Dal jî hatin bibîr anîn.