Li Agirî û Enqereyê 18 kes hatin destgîrkirin

Li Agirî û Enqereyê, di operasyonên qirkirina siyasî de yên li dijî Kurdan û sosyalîstan tên kirin, 18 kes hatin destgîrkirin.

Rejîma AKP'ê, Kurd û sosyalîstên ku nikare teslîm bigire bi operasyonên qirkirina siyasî digire. Li Agirî û Enqereyê di serdegirtina malan de herî kêm 18 kes hatin destgîrkirin.

AGIRÎ

Li navçeya Tûtax a Agiriyê di operasyonên qirkirina siyasî de 15 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin: Eshat Acar, Siyabent Efe, Mehmet Dûrû, Selahattîn Tûrgût, Mehmet Dûran, Aslan Ozalp, Nûrî Kiliç, Kadîr Keskîn, Nesîm û Ercan Ozer, Sezaî Kotan, Fesîh Yalçin, Abdullah Bozkûrt, Erol Kandemîr, Meralî Dînç.

Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Agiriyê.

Li heman navçeyê hefteya bihurî jî 7 kes hatibûn girtin.

ENQERE

Li Enqereyê di operasyonên qirkirina siyasî ve danê sibehê sê endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) hatin destgîrkirin.

Endamên SGDF'ê Gîzem Altûnoz, Cem Eren Aslan û Sedat Polat birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.