Li Agirî, Erzîrom, Bedlîs û Farqînê operasyonên qirkirina siyasî

Operasyonên qirkirina siyasî yên li Agirî, Qereyazî, Tetewan, Xîzan û Farqînê dewam kirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên li Agirî, Qereyazî, Tetewan, Xîzan û Farqînê dewam kirin. Li Agirî 4 rêveberên HDP û DBP'ê hatin binçavkirin. Li Erzîromê serdegirtinên malan hebûn, li Farqînê jî kesek hat girtin.

LI AGIRÎ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li Agirî û navçeya Zêtkayê, tîmên taybet û polîsan danê sibehê avêtin ser malan û Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Zêtkayê Şakîr Kiliç li navendê, endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Fîgen Aslan, rêveberê DBP'ê yê Navçeyê Serkan Yazici û rêveberê HDP'ê yê Navçeyê Mûrat Karagule li navçeya Zêtkayê hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehat zanîn. 4 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr Agiriyê. Fikar hene ku hejmara binçaviyan zêde dibe.

LI QEREYAZIYÊ GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li taxên Qeregvîç û Memita yên navçeya Qereyazî ya Erzîromê di serdegirtinên malan de Farûk Sumbul, Alî Kaplan, Îlhamî Kaplan, Esat Kaplan û gelek kesên ku navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin midûriyeta polîsan. Hat hînbûn ku serdegirtinên malan didome û guman heye ku kesên din jî bên binçavkirin. 

Li navçeya Bedlîs Xîzanê serê sibehê tîmên taybet bi ser malan de girtin û welatiyên bi navên Şakîr Çelîk û Yunus Çetîm hatin binçavkirin. 

Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî di serdegirtinên malan de Huseyîn Beyhan, Onûr Soranli û gelek kesên navên wan nehat hînbûn hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina nehat zanîn û li herdu navçeyan jî welatiyên hatin binçavkirin birin midûriyeta polîsan. 

Li Farqînê jî Mikaîl Gulmez ê hatibû binçavkirin, hat girtin û ew şandin girtîgehê.