Ji demên dawî de êrîş li hemberî kurdên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê zêde dibin. Herî dawî duh li Navçeya Sultandagi ya Afyonê li dijî kurdan êrîş pêk hatin. Êrîşên ku pêk hatin fikarên kurdan zêde kirin û kurd ji tirsan nikarin ji malên xwe derkevin. Kurdên li Sultandagi, dan zanîn ku îro merasîma cenaze tê lidarxistin û piştî merasîmê dê êrîşî malên bê kirin.
Zext û êrîşên li hemberî kurdan ji rojevê dernakeve. Herî dawî li dijî kurdên Sultandagi ya Afyonê pêk hat. Duh piştî şerê di nava 2 koman de pêk hat û kesek mir, komek mezin bi sloganên "Kurd ji vir bicehinimin! Dê vir ji kurdan re bibe goristan. Bimre kurd" qêriyan û êrîşî kurd û kargehên kurdan kirin. Taxa Pazaralti ku kurd lê dijîn ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
Li navçeyê rageşeyî hêj didome. Piştî duh Xwendekarê Zanîngeha Akdenizê ya Antalyayê Orhan Şahin (18) di şerê bi kêran de jiyana xwe ji dest da, rageşî zêde bû. Welatiyê navê xwe diyar nekir, anî ziman ku şerê di navbera du koman de ji ber 'Rê nedanê" derketiye. Di şerê duh yê bi keran de 3 kes birîndar bûn û xwendekarê bi navê Orhan Şahin li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Koma ku ji 2 hezar kesan pêk tê piştî bihîstin ku Şahin jiyana xwe ji dest da, li cihê bûyerê kom bûn û ala tirk bi dîrekan vekirin. Koma ku çalakî pêk anîn di elehê kurdan de slogan avêtin û ber bi navenda navçeyê ve meşiyan.
'LI KURDAN DIGERIN'
Welatiyê ku navê xwe neda, anî ziman ku koma hatin navçeyê li kurdan digerin û dixwazin êrîşî kurdan bikin. Welatî anî ziman ku kom êrîşî kargerî û malên kurdan dikin û ev kom ji aliyê polîsan ve tên astengkirin. Welatiyan anîn ziman ku polîsan taxa Pazaralti ku kurd lê dijîn xistin bin dorpêçê û destûr nadin ku kes têkeve taxê. Hate zanîn ku komên êrîş dikin, li dijî maşîne û kargeriyên kurdan êrîş pêk anîn û zerar dan malê kurdan. Dîsa komekê li dijî Yurda Xwendekarên Jin a Tuna jî êrîş pêk anîn. Lê polîs û cendirme ketin navberê û kom dûr xistin. Xwendkarên kurd ên li Dibistana Bilind a Sultandagi dixwînin jî ji ber tirsa tiştek bê serê wan navçe terk kirin. Xwendekarên ku hefteya bê ezmûnên wan dest pê bikin di nava fikaran de ne.
Welatiyê di nava taxê de asê ma Tahir Çakır jî tirs û fikarên xwe anîn ziman. Çakir, diyar kir ku li Sultandagiyê bi qasî 30-40 malên kurdan hene û wiha got: "Em niha di malên wan de ne. Em li baxçe ne. Em ji bajarên Kurdistanê yên wekî Mêrdîn, Mûş, Wan, Bilîsê hatine. Ezê biçûma gel yên ku malên wan rastî êrîşê hatine, lê nehiştin ji vir derkevim. Erîşî 5-6 malan kirine. Ulku Ocaklari ya MHP'ê pêşengiya van êrîşan dike."
JI BAJARÊN DERDORÊ JI BO ÊRÎŞÊ ANÎN
Çakir da zanîn ku ji bajarên wekî Afyon, Denîzlî, Boluyê nîjadperest anîne Sultandagiyê û îro saet di 1.00'an de wê merasîma cenaze û meş li dar bixin. Çakir fikarên xwe yên ji ber êrîşan, bi van gotinan anî ziman: "Ew ê dîsa êrîşî me bikin, lê em nizanin ew ê êrîşek çawa be. Dora me ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Duh Walî hatiye lê me ew nedît. Min bi Qeymeqamê Sultandagi re hevdîtin çêkir. Min got malbatê ji vir dûr bixin, heta ku hêrsa wan diqede. Em li vir karê înşaetan dikin. Ev 14 sal in li vir im. Heta niha tiştek wiha çênebû. Ev êrîşek li hemberî kurdan e. Kesek me tune."