Bi provakasyona qeymeqamtî û koma bi navê ‘welatparêzan’ li taxê kurdan lînç pêk hatin. Li Afyonê Qeymeqamtiya navçeya Sultandagi serî li riya sugunkirina kurdan da!
Li navçeya Sultandagi ya Afyonê di navbera du koman de ji ber sedema ‘rê nedayînê’ nîqaş derket û piştre pevçûnek çêbû. Di pevçûnê de xwendekarê Zanîngeha Akdenîz Antalyayê Orhan Şahîn (18) jiyana xwe ji dest da û bûyer heta niha li navçeyê didomin. Li taxa Pazaralt li hemberî malên kurdan êrîş pêk anîn û malbatên Kiran û Demîr ku ji 8 malan pêk tên di dorpêça polîsan de tên gitin. Malên kurdan ku di dorpêçê de ne, li hemberî koma ‘welathezan’ ku êrîş pêk anîn, heta niha tu tiştek nehatiye kirin.
KAR NADIN KARKERÊN KURD
Malbatên ku hatin lînçkirin zarokên wan nikarin biçin dibistanê û hewcedariyên van malbatan jî aliyê malbatên kurd yên din tê dayîn. Kurdên ku li navçeya Sultandagi dijîn piraniya wan di karê avahiyan de dixebitin û piştî bûyera lîncê hate hînbûn ku kar nadin karkerên kurd. Malbatan jî bêbertekbûna li dijî van bûyeran rexne kir û diyar kirin ku bi vê lîncê dixwazin wan bê deng bihêlin.
ENCAMA OTOPSÎ ÇIMA AŞKERA NABE?
Bûyer di çapemeniyê de weke di dema şer de Orhan Şahîn jiyana xwe ji dest da hatibû weşandin. Tê îdiakirin ku Şahîn dane ber kêran û piştî bûyerên cenazeyên Şahîn rakirine Saziya Tiba Edlî ya Afyonê. Şahidên bûyerê diyar kirin ku Şahîn û xizmên xwe serxoş bûne û Şahîn di dema bûyeran de nehatiye kêrkirin, tenê ji xwe çûye. Lilgel ku otopsiyê Saziya Tipa Edlî encamên otopsiyê aşkera nekir û ev jî weke provakasona kur tê nirxandn.
FÊLBAZIYA QEYMEQAMTIYÊ
Li aliyê din jî Wekîlê Qeymeqamtiya navçeya Sultandagi ya Afyonê Mevlut Şekercî ku ev rewş ji xwe re wekE derfet dît, di navbera malbatên kurd û malbata Orhan Şahîn de hevdîtin pêk anî. Şekercî piştî hevdîtinan xwestiye ku malbatên kurd vê navçeyê terk bikin û li dijî vê got ji bo daîreyên malabatên kurd 300 hezar TL berhev kiriye û dê bide malbatên kurd. Kurdan jî xwest li şûna ku hun bi van re mijul dibin biçin pirsgirêkê çareser bikin.