BI DÎMEN

Li Adigeyê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hate pîrozkirin

Kurdistaniyên ku li Komara Xweser a Adigeyê dijîn bi daxuyaniyeke çapameniyê 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser siyasetmedar û saziyên Kurd şermezar kirin.

Kurdistaniyên ku li Komara Xweser a Adigey ya girêdayi Federasyona Rusya dijîn bi daxUyaniyek çapemeniyê  1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin û êrîşên dewleta Tirk ên li ser siyasetmedar û saziyên Kurd şermezar kirin. 

Daxuyanî li pêşiya avahiya Otonomiya Çanda Kurd Agirî hat dayîn. Li daxuyaniyê li gel rêveber û endamên meclîsa gel gelek welatî jî amade bûn. Beriya ku daxuyanî were xwendin berdevkê Meclîsa gel Xwedêda Ahmet ji gel re axivî û diyar kir ku gelê Kurd heya roja îro serê xwe ji kesî re xwar nekiriye û ji niha şûn ve jî serê xwe ji kesî re xwar neke. 

Piştî axaftina Ahmet, daxuyaniya ku li ser navê meclîsê hatibû amadekirin hate xwendin. Di daxwiyaniyê de hate gotin:

"Du sal beriya niha rojekî weke îro, 1’ê Mijdara 2014’an weke Roja Kobanê ya Cîhanî hat îlankirin. Di rojeke wiha de gelên cîhanê xwedantî li berxwedêrî, mêrxasî, tekoşerî, vîn û wêrekiya keç û xortên Kurdan, kal û pîrên Kurdan, jin û zarokên Kurdan kirin. Gelên cîhanê di 1ê Mijdara 2014 an de xwedantî li Kobanê kirin. 

Li dijî êrîşên bêeman yên çeteyên DAIŞ’ê ku bi alîkariya her alî ya dewleta Tirk di 15’ê Îlona 2014’an de dest pê kir û bi qasî 134 roj ajot, şervanên YPG û YPJ mal bi mal, kolan bi kolan li hemû deverên Kobanê li ber xwe dan. Kobanê bu Stalîngrada Kurdan… Peyama berxwedêran ya ji bo tevahiya cîhanê ev bû; 'Wê ti hêz nikaribe li hemberî berxwedêran bi serbikeve'

Di serî de dewleta Tirk, hemû hêzên ku digotin; 'Kobanê ha ket, ha yê bikeve' ji hêla şervanên azadiyê rizgarkirina navenda kantonê ve dîtin ku serketiyê şerê Kobanê vîna gelê Kurd bi xwe ye.

Roja 1’ê Mijdarê gelên cîhanê bûn yek û piştgirî dan Kobanê ya keleha berxwedanê. Ji gelek neteweyan bi mîlyonan însan, Ji Afganîstan heyanî Ekvatorê gelên azadîxwaz û civaka navneteweyî di kesayeta Kobanê de ji bo xwedî derketina li rûmetên mirovahî bi alên YPG û YPJ daketin qadan. Bi tekoşerî û berxwedêriya şervanên Kurdan û bi piştgiriya gelên cîhanê ve, Kobanê bu nav û sembola serketina li dijî dagirkeriya bi her rengî."

Di daxuyaniyê de bi berdewamî bal kişandin ser berxwedana Xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê û êrîşên dewleta Tirk ên bi ser çepemeniya azad de û wiha hate gotin:

"Ne tenê li Kobanê, di pêngava şerê rêveberiyên xweser de jî çapemeniya azad li Sûrê, Cizîrê, Nisêbînê, Şirnexê, Geverê û  li wan hemû deveran bû ku berxwedan lê dihate birêvebirin. 
Di wan pêvajoyana teva de dikarîbun bibin deng û gûhê demokrasîxwaz û tekoşeran.

Dewleta Faşîst ya Tirk di bin navê tekoşîna li dijî darbekaran de, ji 15’ê Tîrmehê heya niha 3 ajansên nûçeyan, 16 kanalên televîzyonê, 23 radyo, 45 rojname, 15 Kovar û weşanê 29 weşanxaneyan daxist. Her çendî hindek ji wan mîna amûrên weşanê yên cemeata Gûlen bên dîtin jî, piraniya van dengê medyaya mûxalîf bû. Şêwaza destwerdaneke wiha ya li dijî çapemeniyê bi tenê dikare di rejîmên diktayan de bêne dîtin. Rejîmên ku li derveyî dengê xwe nikaribin tehammûlê dengekî din bikin, rê nadin reng û dengekî din, rê nadin dîtin û bîhîstina rastiyan. Dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan ku digot yek netew, yek dewlet, yek al, îro yekekî din li van yekan zêde kiriye û dibêje, yek deng."