NÛ BÛ

Li Şirnex û Rihayê zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin

Li bajarê Riha û Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê û navçeyên Şirnexê, hêzên dewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin û bi dehan kes binçav kirin.

Polîsan di saetên serê sibê de li Şirnex û navçeyên wê yên Silopiya û Cizîrê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de herî kêm 26 kes hatin binçavkirin û hatin birina Midûriyeta Emniyetê ya Şirnexê. Sedemê binçavkirinan nehate eşkerekirin.

Navê kesên hatine binçavkirin bi vî rengî ye: Şehrîban Ruvanas, Zelîha Oguz, Suphan Ergun, Mizgîn Kaya, Dîlan Danker, Nurcan Ayas, Muhammed Yanar, Mustafa Bîlîç, Bedirhan Savci, Elmas Kaşbaş, Serhat Bozkurt, Mevlude Karavîş, Ahmet Kavçin, Mustafa Uşundu, Zîlan Arik, Adem Al, Kadîr Malgaz, Fatma Susur, Yusuf Susur, Eyde Kaşbaş, Muhammet Çelebî Taşdemir, Rehime Ateş, Kesire Narman, Salih Uca, Mizgîn Gasir û Îslam Oget.

Li navçeya Hewag a Rihayê leşkeran bi ser gelek malan de girtin.

Li bejahiya gundê Cûrnûsê Rizgar Guneş, Hasarî Kiliç û Yasîn Guneş hatin binçavkirin.

Heman lêpirsîn weke hincet hate nîşandan û li bejahiya gndê Koçveren Mahmût Yolcû; li bejahiya gundê Milke jî wezîfedarê sindoqê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sabrî Taş hatin binçavkirin.

Di dema serdegirtinan de bi rengekî kêfî camên malan hatin şikandin, kel û pel hatin belavkirin. Sedemê binçavkirinê nehat eşkerekirin.