Li Şakranê ceza hucreyê li girtiyan dagirkerî protestokirin birîn

Li Girtîgeha Tîpa T a Şakran a Îzmîrê ji bo 57 girtiyên ku dagirkerî protesto kirin, cezayê hucreyê ya 11 rojan lê hatin birîn.

Li Girtîgeha tîpa T a Şakran a Îzmirê 57 girtiyên ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin cezayê hucreyê lê hatin birîn. Rêveberiya girtîgehê li her girtiyekî 11 roj cezayê hucreyê birî û derbarê wan lêpirsîn dan destpêkirin. 

Ji girtiyên cezayê hucreyê lê hatin birîn Huseyin Cig, li malbata xwe ya li Edeneyê geriya û agahî da dayika xwe Fatma Cig. Fatma Çig, diyar kir ku girtiyan ji ber êrîşên li ser Bakur û Rojhilata Sûriyeyê şermezar kir, cezayê hucreyê lê hatine birîn. Çig, destnîşan kir ku zarokên wan li dijî zilmê bertekên xwe anîne ziman, lê ji ber ku zilm şermezar kirine her yek 11 roj cezayê hucreyê daye wan."