Li Îzmîrê polîsan êrîşî Nobeda Wijdan û Edaletê kir
Polîsan êrîşî Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Îzmîrê kirin û 2 kes jî binçav kirin. Di heman demê de ketina rojnamevanan ya ji bo herêmê asteng kir.
Polîsan êrîşî Nobeda Wijdan û Edaletê ya li Îzmîrê kirin û 2 kes jî binçav kirin. Di heman demê de ketina rojnamevanan ya ji bo herêmê asteng kir.
Polîsan êrîşî Nobeda Wijdan û Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Meydana Gundogdû ya Îzmîrê kir. Li ser negirtina rojnamevanên ku kerta zer a çapemeniyê nebûn, wekîlên HDP'ê wê civîna koma xwe li cihekî din li dar bixin. Polîsan êrîşî HDP'iyan kir yên ku nerazîbûn nîşanî vê rewşê dan.
İzmir’de, saat 12:30’da yapacağımız grup toplantımız, zorbalıkla 2 saat boyunca engellendi. pic.twitter.com/RtjaOsk6aE
— HDP (@HDPgenelmerkezi) 15 Ağustos 2017
Polîsan 2 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin ji aliyê polîsan ve hatin berdan.
Hewldana wekîlên HDP'yî ya li dijî astengkirina ketina rojnamevanan a ji bo qadê berdewam dike.
Wekîlan diyar kirin ku di rewşekî ku çapemenî nekeve qadê de wê civîna koma xwe li pêşiya Walîtiya Îzmîrê bikin.