Li Îtalyayê li dêran Erdogan hate protestokirin

Li dêrên li Îtalyayê ji ber êrîşên wî yên li ser Efrînê Erdogan hate protestokirin.

Li dêra San Tomasso ya li bajarê Torînoyê yê Îtalyayê di dema ayînê de komeke bi navê Înîsîyatîfa Gel serdana Erdogan a ji bo Vatîkanê protesto kir. Komê di dema ayînê de şaxa zeytûnê dirêj kir û ayîn da sekinandin û diyar kir ku dagirkeriya li ser Efrînê li dijî gel û baweriyan e. Di axaftinan de bal hate kişandin ku li Efrînê Tirkmen, Êzidî, Ereb û Xirîstiyan bi hev re dijîn û dewletên cîhanê li vê êrîşê temaşe dikin. Pankarta ‘Destên Erdogan bi xwîn û qirêjî ye; em Efrînê biparêzin’ di çapemeniya Îtalyayê de jî cih girt.

PROTESTOYA LI VENEDÎKÊ

Li Venedîkê îro organîzasyona bi navê ‘Ya Basta’ (Êdî bes e) û navendên civakî li San Marco Basîlîcayê Erdogan protesto kirin. Di çalakiye de ji ber ku Vatîkanê Erdogan ezimandiye, nerazîbûn nîşanî Vatîkanê hate nîşandan.