Li Îskoçyayê terora polîsan hate protestokirin
Terora polîsên Îskoçya ya li hember Kurdan hate protestokirin.
Terora polîsên Îskoçya ya li hember Kurdan hate protestokirin.
Serdegirtina mal û saziyên Kurdan ên ji aliyê polîsan ve li paytext Edînbûrg a Îskoçyayê hate protestokirin.
Kurd û dostên wan ên li pêşiya avahiya parlemetoyê kom bûn, êrîş û nêzîkatiyên antî demokratîk şermezar kirin.
Di çalakiyê de bal hate kişandina nêzîkatiyên kirîmînalîzekirina Kurdan ên dişibin nêzîkatiyên dewleta Tirk û ev tişt hate gotin: “Kurd li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê şer dikin. Ev zext ne ji bo mirovahiyê ji bo hovan xizmetê dike.”
Çalakî bi belavkirina belavok û peyamên “Terorîst Tirkiye, destê xwe ji Kurdan vekêşe” ve bi dawî bû.
Kurd wê saet 18:00’an civîneke çapemeniyê lidar bixin.