Li Îranê otobosa ku xwendekarên keçik tê de bûn wergeriya

Li Îranê  li bajarê Darabê otobosa ku xwendarên keçik tê de bûn qeza kir û piranî jê zarok 11 kes mirin û 34 kes birîndar bûn.

Li bajarê Darabê yê eyaleta Şîrazê ya Îranê otobosa ku xwendekarên keç digerand qeza kir û di encamê de piranî jê zarok 11 kes mirin û 34 kes birîndar bûne.

Otobosa ku ji ber cejnê xwendekarên keç ji bajarê Bender Abbasê dibirine Darabê saet 04.00’ê sibehê li nêzî gundê Biyabanê qeza kir.

Li gorî agahiyên pêşî di qezayê de piranî jê zarok 11 kes mirin û 34 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan û helîkoptêran rakirin nexweşxaneya Darabê. Tê gotin ji birîndaran rewşa 13’an jê ne baş e, 3 kes jî rakirina nexweşxaneya Şîrazê.

Diyar bû ku temenê kesên di otobosê de di navbera 12 salî û 16 saliyê de ye û xwendekarên keç di bin venêrana mamosteyên çavdêr de bûn.