Li 5 navendan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ çalakî

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Ewropayê bi awayekî girseyî tê protestokirin.

DORTMÛND

Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Rozerîn û Navneda Civaka Kurd a Demokratîk de bi daxwaza ‘Azadiya Ocalan’ meşek hate lidarxistin.

Di meşê de bi sedan kes amade bûn, ji pêşiya HBF Dortmûndê despê kir. Çalakvanên ku pankarta bi nivîsa “Tecrîda Li Îmraliyê Bi Dawî Bikin” hate vekirin, bi lidarxistina mîtîngekê ya li navenda bajêr ve bi dawî bû.

Di axaftinên mîtîngê de hate diyarkirin ku divê bi lezgîn dawî li tecrîda li ser vîna gelê Kurd bînin û wiha hate gotin: “Em jiyanekî bê Rêbertiyê qebûl nakin.”

MANNHEÎM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê li ser banga Navenda Civaka Kurd û Meclîsa Jinan a Ronahî-Bêrîvan ji bo ‘Azadiya Ocalan’ meşek hate lidarxistin. Nêzî 500 kesên ku li Abendakedemiyê kom bûn heta Alte Fûerbacheyê meşiyan.

Girseya ku wêneyê Ocalan ê mezin rakirin, pankartên bi zimanê Elamanî jî vekirin. Di çalakiyê de peyama NAV-DEM’ê jî hate xwedin û dirûşim hate qîrkirin.

Girseyê li Alte Fûerwacheyê mîtîngek lidarxistin. Di mîtîngê de ji Navenda Civaka Kurd a Mannheîmê Cano Yildiz axivî û 18’emîn Komploya Navneteweyî şermezar kir. Yildiz banga beşdariyê li çalakiya ku wê 11 Sibatê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bê lidarxistin jî kir.

HANNOVER

Li bajarê Hannover ê Elmanyayê bi sirûda “Ji Ocalan Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statû” meşke hate lidarxistin.

Meşa kû nêzî hezar kes beşdar bû, ji HBF Hannoverê destpê kir li pêşiya avahiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk bi dawî bû.

Meşa ku di pêşengtiya PYD’ê de hate lidarxisitn Kurdistaniyên ku ji Hannover, Hîldesheîm, Peîne û Cellê jî beşdar bûn.

Çalakvanên ku posterên Ocalan û pankarta bi nivîsa “Ji Ocalan Re Azadî” vekirin, dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Serok Apo” qîr kirin.

Di çalakiyê de bang başdariyê ji bo meşa dirêj ya ku wê 1-3 Sibatê ku di navbera Hîldesheîm û Hannoverê de bê lidarxistin hate kirin.

BAD HERSFELD

Kurdistaniyên ku li bajarê Bad Hersfedê Elmanya û derdorî wê dijîn, tecîrda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto kirin. Kurdistaniyên ku mîtîng lidarxistin, bi belavok û berzkirina dirûşman ve tecrîd protestokirin.

BRÎGHTON

Li bajarê Brîghton ê Îngîltereyê ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Sûssexê ve ji bo ‘Azadiya Ocalan” meşek li dar xistin. Di çalakiyê de ku Kurdistaniyên li herêma Sûssexê dijîn û aktivîstên Brîtanayalî jî piştgirî kir, têkildarî tecrîda girankirî ya ku dewleta Tirk li ser Ocalan dide meşandin welatiyên Bîrîtanyayî agahdarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmên “Ji Kurdistanê re aştî”, “Ji Ocalan re azadî” û “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin. Daxwaz hate kirin ku bi lezgîn tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dawîkirin û bigihije azadiya xwe ya fîzîkî.