Li 5 bajaran binçavkirin û girtin

Li Semsûr, Colemêrg, Riha, Wan û Enqereyê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin.

SEMSÛR

Li Semsûrê û navçeyên wê de polîsên Tirk avêtin ser malan, endama SES’ê Hatîce Alagoz Gurbuz, Endamê Egîtîm Senê Metîn Alan û Botan Alper û kesekî ku navê wî nehat fêmkirin binçav kirin. 4 kesên binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Semsûrê.

COLEMÊRG

Li gundê Kehê yê Colemêrg, 6 kes bi hinceta ku der heqê wan de biryara lêgerînê heye, hatin binçavkirin. 6 kesên ku ji hêla leşkeran hatin binçavkirin, birin Fermandariya Jendermeyan a Bajarê Colemêrgê.

RIHA

Li Rihayê, ji 17 kesên ku 2’yê Kanûnê hatibûn binçavkirin û Hevşaredarê Xelfetiyê Mûstafa Bayram jî di nav de bû,  10 kes hatin girtin, 7 kes jî îro sewqî dadgehê hatin kirin.

Endama Navenda DBP’ê Sevda Çelîk Ozbîngol, Hevserokê berê yê HDP’ê yê Navçeya Bîrecûkê Ahmet Kiliç, Hevserokê berê yê Hîlwanê Îsa Yavûz, Ji Navenda Çandê ya Hewagê Osman Îzgor û endamên Partiyê Avnî Gurbuz, Îmam Kîp û Bayram Aslan, piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Ji 7 kesên ku bi îdîaya “endamên rêxistinê ne” îfade dan dadgehê, Ozbîngol û Îzgor bi şertê kontrola edlî hatin berdan, navên din hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.

WAN

Polîsên Tirk avêtin li ser Xwendekarên Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê û 14 xwendekar binçav kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Navê hin xwendevanan wiha ne; Mehmet Şerîf Kortak, Arjîn Bayrak, Necbûllah Tograk û Zîlan a paşnavê wê nehat zanîn.

Her wiha, xwendevanê bi navê Recep Arslan ê ku duh li kampusê hatibû binçavkirin jî hê li emniyetê tê ragirtin.

ENQERE

Endamên Sendîkaya Kedkarên Civakê yên Maden, Sanayî û Enerjiyê (ESM) ên girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Civakê (KESK) ên xwestin dûrxistinên ji kar ên bi biryarnameya Rewşa Awarte hatine kirin li ber Serokatiya Çavkaniya Enerjî û Tabiyê şermazar bikin hatin cem hev û dema xwestin daxuyaniyekê bidin çapemeniyê bi êrîşa polîsan re hevrû bûn û 4 kes bi derpkirinê hatin binçavkirin.

Kedkarên bi navê Omer Kok, Murat Çeşme, Volkan Yaramiş û Ozkan Bogan ên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Çankayayê.