Li 4 parêzer û siyasetmedarekî 36 sal û 7 meh ceza hat birîn
Li 4 parêzer û siyasetmedarekî 36 sal û 7 meh ceza hat birîn
Li 4 parêzer û siyasetmedarekî 36 sal û 7 meh ceza hat birîn
Li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Enqereyê li Endamê Meclisa DTP'ê Nedîm Taş û 4 parêzeran bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" 36 sal û 7 meh ceza hat birîn.
Li 11'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Enqereyê rûniştina biryarê ya doza siyasetmedarên Kurd ku di nav de Endamê Meclisa DTP'a hat girtin Nedîm Taş parêzer Fîlîz Kalayci, Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Halîl Îbrahîm Vargun, Cîgêrê Serokê Giştî yê Şaxa ÎHD'ê Hasan Anlar û Murat Vargun ku bi îdîaya "Endamên rêxistinê ne" dihatin darizandin hat dîtin.
Di rûniştina dozê de bersûcên serbest dihatin darizandin Serokê Şaxa ÎHD'ê Halîl Îbrahîm Vargun û Cîgirê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Hasan Anlar û parêzerên wan amade bûn. Parêzer xwest êdî doz li dadgehên herêmê bên dîtin, lê sererokê heyetê daxwaza parêzer red kir. Dîsa heyeta dadgehê daxwaza parêzer ya beraeta siyasetmedaran jî red kir.
'EDALET ROJEKÊ JI HER KESÎ RE LAZIME'
Hasan Anlar diyar kir ku, di lêpirsînê de 36 caran di derbarê wî de biryara guhdariyê hatiye girtin û hemû jiyana wan li hemberî wan wekî sûc hatiye dîtin. Halîl Îbrahim Vargun jî bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku, dê rojek bê edalet ji her kesî re lazim bibe.
Heyetê piştî navberê biryar da û di derbarê Nedim Taş de "Bi îdîaya endamê rêxistinê ye" 10 sal û 6 meh ceza birî. Heyetê der barê Fîlîz Kalayci bi heman îdîaayê 7 sal û 6 meh, der barê Hasan Anlar, Halîl îbrahim Vargun û Murat Vargun de jî bi heman îdîayê ji bo her kesekî 6 sal û 3 meh ceza birî.