Li 4 navendan êrîşên li ser Efrînê hatin protestokirin

Êrîşên dagirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Efrînê, li Ewropayê bi çalakiyên girseyî tên protestokirin.

 BRÛKSEL

Li paytext Brûksel a Belçîkayê li pêşiya Sefaretxaneya Rûsya çalakiyek hate kirin.

Di çalakiya alên PYD, YPG û YPJ’ê û posterên Ocalan hate hildan de, dirûşmên “Hevkar Pûtîn, Ewropa li kû ye” û “Em hemû Efrînîn e.”

NEÛCATEL

Li bajarê Neûchatel a Swêdê êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê hate protestokirin.

Di çalakiya li pêşiya parlemetoya kantonê hate kirin de bi parlemeteran re hevdîtinek hate kirin, têkildarî êrîşa dagirkeriyê hatin agahdarkirin.

Her wiha di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û dema parlemeter derbasî salona civînê dibûn êrîşa li ser Efrînê ya dewleta Tirk hate protestokirin.

Piştre girse ber bi navenda bajêr ve meşiya.

Li aliyê din ji bo Lûtkeya Davosê ya ku wê saetên şevê de destpê bike, di pêşengtiya saziyên Siwîsreyî, rêxistinên çep û sosyalîst de wê li 14 navendan protesto bikin.

Kurd jî wê bi armanca êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê protesto bikin tevlî çalakiyan bibin.

Navnîşana çalakiyan wiha ne:

Neûchatel: Place Pûry 18h00

Lozan: Place d’Eûrope 18h00

Frîboûrg: Place Georges Python 18h00

Cinêv: Place de Molarde 18h00

Zurîh: Helvetîaplatz 18h30

Bellîzona: Stazîone 18h30

Wîntherthûr: Bahnhof 18h00

LONDRA

Li paytexta Londra ya Îngîltere Kurd û dostên xwe li qada bûn. Kîtleya ku li pêşiya avahiya Serokwezîriyê kom bûyî, bi diruşmên “Qatîl Erdogan”, “Efrîn ne bi tenêye”, “ Londra şiyar be, Theresa May şerma weye”, “Hikûmeta Îngîlîz alîkariya xwe ji TC bibire”, “Qatîl Borîs”, Qatîl May” alîkariya hikûmeta Îngîlîz ya ji dewleta Tirk re protesto kirin.

Kîtleyê piştre rê li trafîkê girtin.

KOPENHAG

Li paytexta Kopenhag ya Danîmarkayê Kurdistanî û dostên xwe kom bûne û li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî di çalekiyê de bûn.

Kîtleya ku dosyayek dane NY, bi diruşmên “Bijî berxwedana Efrînê, “Efrîn wê ji faşizme re bibe goristan” çalekî bi dawî bû.

Wê sibe jî li Kopenhagê meşek li pêşiya Sefaretxaneya Tirk çalakiyek bê kirin. Kîtle wê saet di 14:00’an de li stasyona Svanemollen kom bibe.