Li 19 navendan komkujiya Geverê hat protestokirin

Li 19 navendan komkujiya Geverê hat protestokirin

Nerazîbûna li qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsên tîmên taybet, dwam dikin. Li Riha, Mêrdîn, Semsûr, Çewlik, Stenbol, Aydin, Mersîn, Manîsa, Yalova, Konya, Lice Bismi, Wêranşar, Sîwereg, Diyadîn, Dêrik, Nisêbîn, Tarsûs û Misricê bi deh hezaran kes daketin qadan û destnîşan kirin ku eger berpirsyar neyên diyarkirin dê guneh di situyê AKP'ê de be.

SEMSÛR: Bi sedan kes li ber avahiya BDP'ê ya Semsûrê hatin cem hev û li ber pankarta bi nivîsa "Em komkujiya li Geverê lanet dikin" ber bi Parka Demokrasiyê ve meşiyan. Serokê Rêxistina BDP'ê yê navçeya navendî Azîz Akdag li vir peyivî û got, "Hikûmeta AKP ji aliyekî ve demogojiya 'aştî, çareseriyê' dike li aliyê din polîtîkaya xwe ya zext û tinekirinê bênavber dewam dike."

RIHA: Di meşên li Riha û navçeyên wê Sîwereg û Wêranşarê de komkujiya li Geverê hat protestokirin. Di protestoya li navenda Rihayê de zêdeyî hezar kes li Meydana Topçû ahtin cem hev û bi dirûşman ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan ve meşiyan. Di daxuyaniya li vê derê de hat destnîşankirin ku fîşeka li 2 welatiyan li Geverê ketiye, fîşekên li pêvajoya aştiyê ketine.

Li ber Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Sîweregê bi sedan kes hatin cem hev û bi pankarta bi nivîsa "Şehîdên Geverê namirin" dest bi meşê kirin. 

Li navçeya Wêranşarê jî girseya gel a li ber avahiya BDP'ê hat cem hev ber bi Parka Maliye ve dest bi meşê kir. Di daxuyaniya li vê derê de hat diyarkirin ku dîroka AKP'ê bi qetilkirina sivîlan tijî ye û AKP'ê qetilkirina sivîlan rewa kiriye. Girseya gel piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan belav bû.

ÇEWLIK: Li Çewlikê bi sedan kesên bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Bajêr hatin cem hev, qetilkirina Mehmet Reşît Îşbîlîr û Veysel Îşbîlîr ji aliyê polîsan ve şermezar kir. Girseya gel çelengek reş danî pêşiya Walîtiya Çewlikê û ji bo bîranîna welatiyên li Geverê jiyana xwe ji dest dan li ber sirûda "Çerxa Şoreşê" deqeyek rêz hat girtin.

MÊRDÎN: Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Şemrexê bi meşekê komkujiya li Geverê protesto kir. Pişî meşa heta Meydana Cûmhûriyetê de Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Şemrexê Mehmet Şik axivî û bang li AKP'ê kir ku dest ji komkujiyan berde.

NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbînê jî bi heman armancê girseya gel ji ber avahiya BDP'ê y navçeyê heta Taxa Newrozê meşiya û dûre daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de lanet li polîtîkayên qetilkirina Kurdan hat kirin.

DÊRIK: Bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Dêrikê, bi sedan kes ber bi Meydana Cûmhûriyetê ve bi dirûşmên "Şehîd namirin" meşiyan. Hevserokê BDP'ê yê Navçeyê Adîl Aktaş da xuyakirin ku dewleta AKP xwe li pişt pêvajoya çareseriya demokratîk vedişêre û di her firsendê de êrîşî nirxên gelê Kurd dike. Aktaş diyar kir ku ev êrîş li hemberî pêşeroja gelê Kurd tên kirin û banga dijderketinê kir.

MERSÎN: Bi sedan kesên bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Mersînê li ber avahiya bajêr hatin cem hev, qetilkirina du Kurdan ji aliyê polîsan ve li Geverê, protesto kirin. Beriya daxuyaniya protestokirinê polîsan dor li avahiyê girtin. Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Înan Kizilkaya diyar kir ku ew matmayî nemane ku dewleta hesabê Roboskî nedaye li Geverê komkujî kiriye û got, "Eger hûn ewlekariya xwe dixwazin, dest ji qetilkirina zarokên Kurdan, dest ji polîtîkayên înkarkirinê berdin."

TARSÛS: Daxuyaniyeke din a li ser mijarê jî bi pêşengiya Rêxistina BDP'ê ya Tarsûsê ve hat dayîn. Bi sedan kesên heta Kûleya Saetê ya li Qada Yarenlîkê meşiyan, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pêkhateyên HDP, Egîtîm-Sen, ÎHD û EMEP'ê jî hebûn. Di daxuyaniya li vir de hat destnîşan kir ku helwestên bi vî rengî zerarê didin pêvajoya aştiyê.

AYDIN: Li ser banga Meclîsa Ciwanan a BDP'ê ya Aydinê bi sedan kes li ber avahiya bajêr li hev kom bûn û ji bo du welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin, ber bi Kolana Sevgî Yolû ve meşiyan. Di daxuyaniya li vir de hat ragihandin ku daxuyaniyên fermî yên rayedaran hem bûyerê berevajî nîşan didin hem jî polîsên kujer diparêzin.

KONYA: Li Konyayê jî li avahiya BDP'ê ya bajêr, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Geverê, daxuyaniyek li çapemeniyê hat dayîn. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Konyayê Haci Mehmet Bozdag da zanîn ku komkujiya li Geverê operasyoneke hêzên çareseriya pirsgirêka Kurd naxwazin û kontra ye. Bozdag diyar kir ku gelê Kurd dê van komloyan pûç bike û hesab bipirse.

MISRIC: Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Misricê jî bi daxuyaniyekê komkujiya li Geverê protesto kir. Di daxuyaniya li kolana hunerê de hat destnîşankirin ku komkujiya li Geverê nîşan dide ku hikûmeta AKP û dewleta kûr hînê aştiyê naxwaze û di şer de israr dike. Daxuyanî piştî çalakiya 5 deqeyan a rûniştinê bi dawî bû.

Komkujî li navçeya Amed Bismilê bi meş û daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin. 
Li navçeya Licê jî bi sedan kes li ber avahiya rêxistina navçeyê kom bû û bi dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Lîce îsyan e, ji Geverê re silav e" meşiyan. Rêveberê BDP'ê yê Licê Îbrahîm Işik di daxuyaniya xwe ya li vir de diyar kir ku komkujiyên li hemberî Kurdan dewam dikin û gelê Kurd dê li hemberî vê bêdeng nemîne.

DIYADÎN: Li navçeya Agirî Diyadînê bi sedan kesên li ber avahiya BDP'ê ya navçeyê hatin cem hev, bi armanca şermezarkirina komkujiya li Geverê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Fatma Karadag li vir peyivî û anî ziman ku guleyên li Geverê hatine teqandin, li pêvajoya aştî û çareseriyê ketine. Karadag got, "Em dixwazin berpirsyar werin ronîkirin û hesab bidin gel."

Rêxistina BDP'ê ya navçeya Stenbol Eseyûrtê, bi daxwaza şermezarkirina komkujiya polîsan a li Geverê kirin, li Meydana Cûmhûriyetê daxuyaniyek da çapemeniyê. 

Li Yalovayê jî Rêxistinên BDP û HDP'ê li ber Navenda Çandê ya Ûgûr Mûncû bi daxuyaniyekê komkujî şermezar kirin.

Komkujiya li Geverê, li navçeya Manîsa Sarûhanliyê jî bi daxuyaniyekê hat şermezarkirin.