Li 13 gundan derketina derve hat qedexekirin

Li 13 gundên Licê û Hênê derketina derve hat qedexekirin.

Walîtiya Tirk a li Amedê, li 13 gundên navçeyên Licê û Hênê yên Amedê derketina derve qedexe kir.

Li gorî daxuyaniya Walîtiya Amedê li gundên Çemê Elik, Xiraba, Korxê, Markê, Xweylîn, Xana Kelê, Dêrqam û Comelaş ên navçeya Licê û li gundên Neribîtopalan, Şelî, Serdî û Uzunlar ên navçeya Hênê qedexe di saet 05.00’an de destpêkir. Dê qedexe heta biryara duyemîn bidome.

Beriya niha di dem û dîrokên cuda de gelek car li van gundan qedexe hatibû îlankirin.