Endam û aktîvîstên DOKH'ê biboneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina li Hemberî Tundiya li Diji Jinan a Navneteweyî li Amed, Bismil, Farqîn, Qoser, Dêrsim, Êlih, Enqere, Bedlîs, Wan, Gever û Gimgim û Çewlikê li gel astengiyên polîsan meş pêk anîn û tundiya li dijî jinan şermezar kirin. Li Amedê li gel astengiyên polîsan bi coşek mezin meşiyan. Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, astengiya polîsan a li hemberî jinan wekî faşîzmê nirxand û ev helwest şermezar kir.
AMED
Endam û aktîvîstên DOKH'ê biboneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşina li Hemberî Tundiya li Diji Jinan a Navneteweyî li Deriyê Rihayê kom bûn û heta Deriyê Çiyê meşek girseyî pêk anîn. Girsya jinan ku di navde Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Hevseroka BDP'e ya Amedê Zubeyde Zumrut, endam û rêveberên meclisa jinan yên BDP'ê û nûnerên sendîka û komeleyan ên jin jî hebûn li ber def û zurneyan govend gerandin. Jinên ku bi dowîz û pankartan tacîz û tecawiza li ser jiyan şermezar kirin pankartên "Qirkirina jinê Qirkirina civakêyê", "Kurtaj mafe Roboskî Qirkirine!!! Bêdeng nemîne", "Jin jiyane jiyanê nekuje" vekirin. Jinan bi cilên xwe yên rengîn qada çalakiyê xemilandin. Jinan di bin dorpêça polîsan de meş pêk anî û heta deriyê Çiyê meşiyan û bê navber siloganên "Jin jiyan azadî" û "Bijî serok Apo" qêriyan.
Beriya ku jin dest bi meşê bikin polîsan diyar kir ku, Wezîrê Karê Hundir giştîname şandiye û bi hinceta li dijî xala "Meş û xwepêşandan ya hêjmara 2911'an" e destûrê nadin." Hevseroka Giştî ya BDP'ê Kişanak bertekên tund nîşan dan û anî ziman ku, ji bo ew van astengiyên li pêş xwe rakin meşê pêk tînin. Kişanak destnîşan kir ku, ev helwesta polîsan faşîzme û nayê qebûlkirin.
Jinên ku dest bi meşê kirin rastî barîkata polîsan hat. Jinên ku bi slogan, tilîli û çepikan bertke nîşanî polîsan dan û dest bi meşê kirin, polîsan neçar man ku barîkatê ji ser kolanê rakin û rê vekin. Piştî rê hate vekirin jinan meşa xwe berdewam kir û heta Deriyê Çiyê meşiyan. Jinan dîsa sloganên "Jin jiyane jiyanê nekuje" bilind kirin.
Jin piştî gihiştin Deriyê Çiyê li vir daxuyanî dan. Li ser navê jinan Kordînatora Mala Jinê ya KARDELEN'ê Mukaddes Alataş, daxuyanî da û helwesta polîsan şermezar kir. Alataş anî ziman ku, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe girtiyên PKK'ê û PAJK'ê 68 rojan ketin grevê û wiha got: "Jin ji bo azadiya xwe û gelê Kurd li kolananin. Jin êdî tundî, kuştin, tecridê qebûl nakin û dê ji bo mafê xwe yê azadiyê tebikoşin.
KIŞANAK: EM JIN DÊ AZADIYÊ BÎNIN
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak jî da zanîn ku, ew wekî jin ji bo van pêkanînan şermezar bikin daxuyanî didin û tundiya liser jinê nalet dikin. Kişanak diyarkir ku, ew baş zanin ku kesên dixwazin jin weki koleyan bijîn li hemberî gelê mazlûm, gelê Kurd û Filîstinê jî komkujî û zilmê rewa dibînin. Kişanakê aşkera kir ku, Tirkiye di warê aboriyê de di rêza 16'emîn de ye, lê di aliyê binpêkirina mafan jî di nava 135 welatan de di rêza 127'an de ye.
DÊRSIM
Platforma Jinan a Dêrsimê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê kom bûn û heta Sûka Zikê erdê meşek pêk anîn. Jinên ku li Kolana hunerê kom bûn, bi pankart dowîz û sloganên ku mafê xwe diparêze meşiyan. Piştî meşê li ser navê jinan Filiz Salduz, daxuyanî da û tundiya liser jinan şermezar kir. Pişti daxuyaniyê jin bi çepik û sloganan belav bûn.
BÎSMÎL
Endam û rêveberên jin ên KESK, BDP, DOKH û saziyên sivil ên civakî li ber Navenda Jinan a Şaredariya Nûjîn kom bûn û heta ber avahiya BDP'ê ya Bîsmilê meşek pêk anîn. Jinan berê li ber Navenda Jinan a Nûjîn daxuyanî da. Kordînatora Navenda Jinan a Nûjîn a Şardariyê Kader Tekin, daxuyanî da û diyar kir jin di nava her qada jiyane de rastî tundiyê tên û tundiya li ser jinê şermezar kir. Jinan piştî daxuyaniyê heta BDP'ê meş pêk anîn.
ÇEWLÎK
Jinên BDP'î yên Çewlikê jî bi heman armancê li avahiya BDP'ê ya Çewlikê daxuyanî dan çapemeniyê. Seroka Rêxistina BDP'e ya Navçeya navendî ya Çewlikê Mehtap Ergî daxuyanî da û zordariya li ser jina kurt şermezar kir. Ergî tercîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin jî şermezar kir û xwest tecrîd û zilma li ser kurdan bi dawî kîbe.
FARQÎN
Nûnertiya Egitim-Senê ya Farqînê jî bi navê "Ji Tundiya li ser jinê re bes e" li salona Konferansê ya Farqînê panel pêk anî. Di panelê de bi sedan jin amade bûn. Panelê bi pirs û bersîvan berdewam kir.
ÊLIH
Li Êlihê jî di pêşengiya DOKH'ê de jin li ber Otela Zekî kom bûn û heta Nexweşxaneya Farabim meşek pêk anîn. Jinên ku dest bi meşê kirin rastî astengiya polîsan hatin. Polîsan bi TOMA u panzêran rê li pêş jinan girt û destûr nedan meşê. Di meşê de li gel Parlementera BDP'ê ya Êlihê û Ayla Akat û aktîvîstên DOKH'ê bi hezaran jin li ber Otela Zekî kom bûn û bi slogana "Jin, jiyan azadi" meş pêk anîn. Jinan pankarta "Çewisandina jîne tarîkirina mîrovahiye yé" vekirin û slogana "roj roja azadiya jînan é" vekirin.
Hevseroka BDP'ê ya Êlihê Ayşe Agiilgat, anî ziman ku asta azadiya jinên kurd bi xêra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêş ketiye û wiha got. "Di aliyê azadiya jinê de em deyndarên Brêz Abdullah Ocalan in." Jinan piştî daxuyaniyê slogan berz kirin û belav bûn.
QOSER
Li navçeya Qoserê jî di pêşengiya DOKH'ê de bi heman armancê li Qada Azadiyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan li Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya jî bi heman armancê panel pêk anîn.
ENQERE
Aktîvîstên Platforma Jinan a Enqere bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Jinê ji Qada Kolejê hate Kolana Ziya Gokalp meşiyan. Di meşê de pankrata "Em li hemberî tundiya zilam, tundiya dewletê ji bo aştiyê dimeşin" bi kurdî, tirkî û erebî hate vekirin. Di meşê de jinan gelek slogan berzkirin û dowîz hatin hilgirtin. Di meşê de wêneyên jinên KESK'î yên girtî hatin hilgirtin. Piştî meşê Berdevka Platforma Jinan a Enqere Seçîn Tuncel axivî û diyar kir ku 30 salin li Tirkiyeyê şerek heye û ji ber pirsgirêka kurd nehate çareserkirin bangên aştiyê li ber çavan nayên girtin.Tuncel, anî ziman ku tacîz û tecawiz li hemberî jinan di temenê zarokatiyê de pêk tê hêj didome. Piştî re heman daxuyanî Şengul Çelîk bi kurdî xwend.
BEDLÎS
Li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê jî bi heman armancê jinan li ber AVM'ê daxuyanî da çapemeniyê. Civaknas Derya Demîr diyar kir ku civaka Tirkiyeyê dixwazin bi polîtîkayên siyasî yên îslamî rêvebibin. Demîr, anî ziman ku her diçe tundiya li dijî jinan zêde dibe Piştî daxuyaniyê li ber AVM'ê pêşengeha wêneyan a tundiya li hemberî jinê vedibêje hate vekirin.
GEVER
Endamên Meclîsa Jinan a Geverê jî bi heman armancê meşe li dar xist. Jinên li ber avahiya BDP'ê ya Geverê hatin cem hev heta ber Otela Oslo meşiyan. Di meşê de pankratên "Ji qirkirina jinê û tecrîdê re na" û "Ji bo azadiyê berxwenda dê bidome" hatin vekirin û dowîzên "Bijî yekîtiya jinê", "Jina azad civaka azad" û "Jin namusa tu kesî nîn in" hatin vekirin. Endama Meclîsa Jinan a BDP'ê ya Geverê Îpek Yilmaz daxuyanî xwend û bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawîbû. Yilmaz, anî ziman ku tundiya li hemberî jinê berdewam dike.
WAN
Li Wanê jî BDP'ê û DOKH'ê bi heman armancê meş li dar xistin. Jinên ji Sixkê û ji ber konê BDP'ê bi du aliyan ve ber bi Mavî Plazayê ve meşiyan rastî barîkata polîsan hatin. Polîsan destûr neda jin bimeşin û xwest ku hinek pankratên rabikin. Piştî hevdîtinan destûra jina a li ser peyariyê bimeşin hate dayîn. Pişt re jin bi slogana "Jin jiyan azadi" hate Parqa Feqiyê Teyran meşiyan.
Hevseroka KCD'ê û Parlementera Wanê Aysel Tugluk, Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fevziye Şîran, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş û bi sedan jin tevlî meşê bûn. Di meşê de pankratên "Ji qırkirina jine re na, ji tecride ra edi bes e" û "Ji qirkirina jinê re na" hatin hilgirtin. Piştî meşê Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Wanê Fevziye Şîran, daxuyanî xwend û bal kişand ser têkoşîna jinê. Hevseroka KCD'ê û Parlementera BDP'ê Aysel Tugluk jî diyar kir ku azadiya jinê bi yekîtiya topyekûn a jinê dê pêk bê" Tugluk, anî ziman ku li ser vê erdnîgariyê bi salan jin tune hate hesibandin û wiha got: "Lê jina kurd bi saya têkoşîna dayîn û têkoşîna azadiyê îro li her qadê xwe mafe. Tevkariya vê serketinê jinên li çiyayan canê xwe dayîn geleke. Jinên kurd bi saya Birêz Abdullah Ocalan hatin vê astê."
Piştî daxuyaniyê jinan bi stranên koma mizûkê ya NÇM'ê govend girtin.
Hinek saziyên din ên jinan jî bi heman armncê ji ber Otela Urartu heta Kolana Hunerê meş li dar xistin. Di meşê de sloganên "Jin jiyan azadi", "Destên dirêjî jinê dibin bişkên" û "Bijî piştevaniya jinan" hatin berzkirin û dowzên "Şer na aştî", "Jin jiyan azadi", "Bêdengî tevkarî ye" hatin hilgirtin. Piştî meşê Endam Konseya Bajar a Wanê Gulîstan Barik daxuyanî xwend û diyar kir ku jin weke berê niha jî li mal, kargeh û kolanan rastî tundiyê tên û wiha got: "Dewlet tundiya hem di qada taybet û hem jî di qada cemaweriyê de nabîne û tundiya li hemberî jinê zêde dike. Şîdata li hemberî jinê dîsa dê jin asteng bikin."
GIMGIM
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê ji bi heman armancê li Salona Navenda Çandê ya Mordem a Gimgimê bernameyek pêk hat. Gelek jinên ji Mûş, Kop, Milazgir û Gimgimê hatin tevlî bernameyê bûn. Piştî rêzgirtinê sînevîzyon hate pêşandan û helbert hatin xwendin. Şaredar Gimgimê Gulşen Geger axivî û tundiya li dijî jinê şermezar kir.
Piştî bernameyê jinan li ber Kargeha Şaredariyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta "Civaka azad û demokratîk bi afirînin, çanda tecavûzé ji holé rakin" hate vekirin û sloganên "Jin jiyan azadi" û "Ji tundiya li dijî jinê re na" Endama Meclîsa Jinan a Mûşê Gulay Bîngol daxuyanî xwend û diyar kir ku jinên kurd ji bo nasname, ziman û axa xwe canê xwe fida dikin.