Leşkerên Tirk sivîlek birîndar kirin

Sivîlekî ji Girê Spî dema diçû ser zeviyê xwe yê li sînorê rojava û bakurê Kurdistanê, di encama gulebarana leşkerên Tirk de birîndar bû.

Duh welatiyê bi navê Salih El-Xelef (30) ê ji gundê El-Cenderatî yê 7 km li rojhilatê Girê Spî ye, dema ku erdê xwe av dida, bi guleya leşkerên Tirk birîndar bû.

Erdên Xelef 500 metreyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ne. Dema ku Xelef erdê xwe yê çandiniyê av dida, leşkerên Tirk ji maşîneyeke zirxî, ew gulebaran kirin. Di encama gulebaranê de, Xelef ji lingê xwe yê çepê birîndar bû.

Dema ku Şêniyên gund hewl dan alîkariya wî bikin, ew jî hatin gulebarandin. Ji ber vê yekê dema tarî ket erdê, şêniyan Xelef rakirin nexweşxaneya Wetenî ya li bajarê Girê Spî. Lê ji ber ku birîna wî giran bû, ew veguheztin nexweşxaneya El-Hikme.