Leşkerên DYA'yî yên li Iraqê wê tenê ji bo perwerdeyê bin
Yekîneyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê li Iraqê dihatin hiştin, wê dema bê tenê ji bo perwerdeyê tevbigerin.
Yekîneyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞ'ê li Iraqê dihatin hiştin, wê dema bê tenê ji bo perwerdeyê tevbigerin.
Beşek mezin a yekîneyên leşkerî yên DYA ku par ji bo têkoşîna dijî DAÎŞ'ê li Iraqê bi cih bûn, wê werin vekişandin. Rayedarên leşkerên Amerîkî yên li Iraqê duh dan xuyakirin ku herî kêm 4 hezar leşker wê bên vekişandin.
Li gorî daxuyaniyên fermî 5 hezar û 200 leşkerên Amerîkî li Iraqê hene. Piştî vekişîna 4 hezar leşkeran, yên mayî wê ji bo perwerdekirina hêzên ewlekariyê yên vî welatî tevbigerin. Di çarçoveya peymana navbera herdu welatan de, dihat plankirin ku beşeke girîng a leşkerên ji bo têkoşîna dijî DAÎŞ'ê ji Bexdayê re hatin şandin bê vekişandin.
Li gorî hin çavkaniyan, hejmara leşkerên Amerîkî yên li Iraqê nêzî 9 hezar e.