Leşkerekî din bi gumanbarî mir
Leşker Serdal Karapûcak ê ku li Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Milazgirê leşkerî dikir, hat îdîakirin ku xwe kuştiye.
Leşker Serdal Karapûcak ê ku li Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Milazgirê leşkerî dikir, hat îdîakirin ku xwe kuştiye.
Leşker Serdal Karapûcak ê 21 salî ku li Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Milazgirê leşkerî dikir, hat îdîakirin ku bi çeka xwe gule berdaye xwe. Karapûçak ê bi giranî birîndar bû bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê. Karapûçak hat emeliyatkirin, lê belê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin.
Karapûçak ji Nîgdeyê bû û li Stenbolê dijiya.