Leşker û polîsan li gundê Dewşan êrîşê gel kir

Leşker û polîsan li gundê Dewşan êrîşê gel kir

Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û xwedîderketina li berxwedana Kobanê bi hezaran Kurdistaniyên li gundê Dewşan çalakiya xwe didomînin rastî êrîşa polîsan hatin. Leşker û polîsên bi wesayîtên zirxî girse dorpêç kirin, gefa, “Em ê guleyan berdin” xwarin.

Girseya bi armanca êrîşên çeteyên DAIŞ şermezar bikin û xwedî li berxwedana Kobanê derkevin li gundê Dewşan ê Pirsûs kon vekirin rastî êrîşa polîs û leşkaran a bi bombeyên gazê hatin.

Di navbera polîs û gel de pevçûnan rû da. Polîs û leşkerên bi wesayîtên zirxî derdora girseyê dorpêç kirin gefa, “Em ê guleyan berdin” xwarin.”