Lêpirsîna li ser êrîşa provokatîf a li Elmanyayê hate girtin

Dosya lêpirsînê ya li ser hewldana şewitandina komeleya Tirkan a li bajarê Meschedeyê hate kirin ku ev provokasyon di dema êrîşên dewleta Tirk ên dagirkirina Efrînê de rû da.

Dema ku dewleta Tirk ji bo dagirkirina Efrînê êrîşên giran dikir, raya giştî ya Ewropayê destek dida berxwedana Efrînê. Di wê de li pey hev li Elmanyayê gelek êrîşên provokatîf rû dan. Yek ji van jî hewldana şewitandina komeleya Tirkan bû ya li bajarê Meschede yê Eyaleta Nordrhein Westfalen a Elmanyayê.

11'ê Adar 2018'an bi molotofan beşek ji komeleyê şewitî û dîmenê bûyerê demeke dirêj di medya Elman de cih girtibû. Medya AKP hê roja destpêkê êrîş xiste stuyê Kurdan û dozgeriya Elman dest bi lêpirsîneke berfireh kir.

DOZGERIYÊ DOSYA GIRT

3 Sûriyeyiyên 26-30 salî ku şeva bûyerê li nêzî komeleyê bûn, ji bo demeke kin hatibûn destgîrkirin. Lê belê ev kes piştre hatibûn berdan. Dozgeriyê diyar kir ku her sê Sûriyeyî bi tesadûfî li wir bûn û yek ji wan jî li wê taxê dijî.

Lê belê tevî lêpirsîna 3 mehan jî hêzên ewlekariyê yên Elman têkiliyek di navbera bûyerê û Kurdan an jî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de nedîtin. Serdozgerê Arnsbergê Thomas Poggel ku lêpirsîn bi rê ve dibir, da xuyakirin ku dosya lêpirsînê hatiye girtin.

Poggel diyar kir, kesên hatine destgîrkirin jî ti eleqeya wan bi bûyerê re nînin û got, "Ew tenê di dema şaş de li cihê şaş bûn." Wekî din, di dosya lêpirsînê de hate ragihandin ku 2 ji 3 molotofên hatine avêtin ne şewitîne û berevajî îdîayan, zerara li komeleyê bûye ne zêde ye.