Lêdana 'Hûn bi xêr hatin Girtîgeha Tarsûsê' 

14 girtiyên ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin, li pêşiya girtîgehê êşkence li wan hate kirin.

Di 20' Tebaxê de 14 girtî ji Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê hatin kirin. 14  girtiyên mêr ên sewqî Tarsûsê hatin kirin, li pêşiya girtîgehê êşkence li wan hate kirin. Girtî Nûrettin Erdemcî, Îsa Gultekîn û Omer Yîgît avêtin hucreyên yek kesî. Birayê Fetûllah Hazar ê li Girtîgeha tîpa T a Tarsûsê tê girtin, Ekrem Hazar diyar kir ku birayê wî destnîşan kiriye ku dema hatine sewqkirin rastî lêdana gartiyan û leşkeran hatine. Hazar, wiha got: "Birayê min Fetûllah got 'Piştî em rastî êrîşê hatin Nûrettîn Erdemcî, Îsa Gultekin û Omer Yîgit şandin hucreya yek kesî. Nêzî 10 roj in di hucreyê de ne. Li wir yekîneyeke taybet a polîs û gardiyanan hatiye avakirin. Me xwest hevalên me ji hucreyan bên derxistin. Lê rayedaran gotin hemû hucre tijî ne'. Li girtîgehan zext pir zêde ne. Li hemû beşan endamên FETO û DAIŞ'ê bi cih kirine."

Hazar xwest, êdî zextên li ser girtiyan bi dawî bibin û bang li raya giştî kir ku her kes li hemberî van binpêkirina mafan hestiyar tevbigerin.