Le Poînt taşeronên Erdogan ên li Fransayê nivîsî

Di rojnameya heftana Le Poînt ê de nûçeyeke bi navê ‘’Tora Erdogan a li Fransayê’’ nûçeyek hate weşandin, di nûçeyê de tê destnîşan kirin ku dema Erdogan dîktatoriya xwe ava dike saziyên ku nîqaş li ser wan hene yên li Fransayê çawa bi kar tîne.

Di nûçeyê de, ya bi îmzeya Clêment Petrault li ser tê sekinandin ku Recep Tayyîp Erdogan û desthilatdariya AKP’ê li Fransayê li ser hin rêxistinan çawa dîktatoriya xwe li ser piyan dihêle.

Di nûçeyê de têkiliya Ahmet Ograş, ku par Serokê Konseya Dînî ya Îslamê ya Fransayê (CFCM) bû, ya bi AKP’ê û Erdogan re tê dayin û tê bibîrxistin li gel îdîaya Ograş gotiye, ‘’ez ji Enqerê fermanan distînim’’ jî, yek ji rêveberê berê yê Yekîtiya Demokratên Tirk ên Ewropayê (UETD) ye.

LI SER MAMOSTEYAN PROPAGANDAYA NETEWPEREST Û OLÎ

Di nûçeyê de hate gotin bi çarçoweya peymanekê ku Tirkiyeyê di sala 1978’an de bi Fransayê re çêkirî , gelek zarokên Tirkiyejî ku hin jê temenê wan 16-21 e û  diçin dibistana seretayî, ji hêla mamosteyên Tirk ve hatine perwerdekirin. Nûçeyê cih da nêrînên rayedarekî Fransiz ê ku dibêje ‘dibe ku ev mamoste kesên olperest û nijadperest bin. Lê belê mekanîzmayeke vê ya venêrînê jî nîn e.’

Kesê rayedar nexwest bibêje ka ji kîjan saziyê ye, bal kişand li ser pirtûkên ji Tirkiyê tên şandin ku ‘xwedî naverokeke olî ne. Lê Fransa berovajiyê vê tevgeriya.’ Heman rayedarî da zanîn ku ji ber nêzikatî û gotinên nijadperest ên van mamosteyan, Kurd û Elewi zarokên xwe naşînin dersên Tirkî.

SAZIYÊN FERMÎ DIXUYÊN DI RASTIYÊ DE NAVGÎNÊN SIYASÎ NE

 Sosyolog Samîm Akgonul ku yek ji profesorê zanîngeha Strasbûrgê ye, ji rojnameyê re axivî û got, ‘hikumeta Tirk, xwe ji derfetên mizgeft, balyozxane û saziyên sivîl ên civakî ku ji hêla Fransayê ve bi awayekî  fermî hatine vekirin. Bi rastî jî yekane armanca van saziyan ji bo hêzdarkirina desthilatdariya Tirk e û amûrên Siyasî ne.

BI PARTIYÊN AVA KIRÎ DIXWAZE BANDORÊ LI SER SIYASETA WELAT BIKE

Di nûçeyê de tê ragihandin ku Erdogan li Ewropa ji ber girseyeke mezin ku dikare encamên hillbijartinê biguherîne veberhênanê dike, weke ku li Hollandayê jî li cih ji bo partiya li Fransayê jî hatiye dayîn. Li Hollandayê partiya ‘Denk’, li Fransayê jî li ser ‘Partiya Hiqûq û Wekheviyê’ (EJP) xebatên lobî yên hikûmeta Tirkiyeyina tê bikaranîn.

Di nûçeya Le Poînt de tê bibîrxistin ku tevî PEK’ê Yekîtya Demokratên Tirk ên Ewropa (UETD) û ‘rêxistina civaka sivîl’ a bi navê COJEP jî ji bo AKP’ê bi vekirî kar dikin. Rojnameyê diyar kir ku Yekîtiya Îslama Tirk a Diynetê (DÎTÎB) bi taybet li Rojhilatê Fransa li mizgeftên Hestê Netewî ji bo van armancan xizmetê dike.