Le Point: Ev ne şer an jî rageşî ye, ev paqijiya etnîkî ye

Kovara Le Point a Fransayê di hejmara xwe ya beriya niha de ji bo Erdogan gotibû 'Dîktator'. Kovarê vê carê dosyayek ji 15 rûpelan der barê mijarê amade kir û ji bo Erdogan got, "Ne tenê dîktatore, her wiha kokê jî diqelihîne."

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li gel Serdozgeriya Enqereyê giliyê midûrê kovarê Etîenne Gernelle û midûrê karên nivîsê yên servîsa navneteweyî Romaîne Gûbert kir. Hikumeta Tirk jî Pêncşemê nerazîbûn nîşanî kovarê dabû.

Kovarê wêneyekî Erdogan ê bi silava leşkeriyê bi kar anî û gotina, "Rêveberiya Erdogan a ku kokê diqelihîne paqijiya etnîkî dike" nivîsî.

Kovarê pirsa "Gelo em ê destûrê bidin ku Kurdan qetil bike û gefê li Ewropayê bixwe?" kir û bi 15 rûpelan qala dagirkerî û qirkeriya li dijî Kurdan kir.

Midûrê kovarê Gernelle der barê hejmara dawî ya kovarê de li Twitterê peyamek weşand û got, "Erdogan ne tenê dîktatore, di heman demê de kokê diqelihîne."

Gernelle got, "Ji ber ku divê mirov a rast bibêjin, ku di vê mijarê de gotinên nixumandî têne bikaranîn. Qala operasyona Tirk a li Sûriyeyê tê kirin, qala rageşî û şer tê kirin. Na, ne şer heye, ne jî rageşî. Ya ku dibe operasyona paqijiya etnîkî ye."