Le Monde balkişand ser operasyonên nelêrêtiyê
Le Monde balkişand ser operasyonên nelêrêtiyê
Le Monde balkişand ser operasyonên nelêrêtiyê
Rojnameya Fransî Le Monde cih da operasyona bertîl û nelêrêtiyê û balkişand ser karsazê Azerî yê ji Îranê Reza Zarrab. Rojnameyê da zanîn ku biryarên razemeniyê hatine binpêkirin û balkişand ser transferiya zêr û pereyan ya di navbera Îran û Tirkiyeyê.
Di nûçeya rojnamegerê Guîllaume Perrîer de hate diyar kriin ku operasyonê li derdora partiya AKP’ê û Erdogan xistiye û yek ji gumanbaran jî karsazê 29 salî Reza Zarrab e.
Rojnameyê da zanîn ku skandala nelêrêtiyê gihiştiye Îranê û da zanîn ku ligel ku Rojava ceza bo Îranê dibire jî Reza Zarrab di navbera Tirkiye û Îranê de transferiya pereyan kiriye.
Hat gotin ku Zarrab di du salên dawî de faliyetên xwe yên li Tirkiyeyê pir zêde kiriye û hat diyar kirin ku karsaz ambargoya malî ya DYA û Yekitiya Ewropayê binpê dike û 60 mîlyon dolar şandiye Îranê.
Rojnameyê got piştî pêkanînên li ser Îranê bazirganî mezin bûye û Tirkiye ji bo firotina pertrol û gazê pere û zêran îxrac dike.