Rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê nûçeya ku spartiye çavkaniyên siyasî yên Kurd ragihand ku, Serokkomarê Iraqê û Serokê YNK’ê Celal Telebanî li nexweşxaneya Berlînê ku dihat dermankirin “mirina wî ya klînîk” pêk hat.
Telebanî ji ber sedema xwîn rijiya bû ser mejiyê wî zêdetirî 15 rojane li Berlînê tê dermankirin. Le Fîgaro da diyarkirin ku, dixtoran got ku Telebanî ji ber sedema xwîn rijiyaye ser mejiyê wî gelek zirar dîtiye û ragihand:“Di rewşa niha de Alman tenê hewil didin wî li jiyanê bihêlin.”
Çavkaniyên Kurd yên ev agahî dane rojnameyê ragihand ku Telebaniyê 79 salî “mirina wî ya klînîk pêk hatiye.”