La Croix: Ruhê Gezî li Tirkiyeyê zindî bûye

Rojnameya La Croix a Fransayê destnîşan kir ku piştî pênc salan ruhê bûyerên Gezî li Tirkiyeyê ji nû ve zindî bûye. Parlamentera HDP'yî Beyza Ustun ji rojnameyê re axivî û got, "Gezî DNA ya HDP'ê ye."

Rojnameya La Croix a Fransayê sala 1883'an ava bû. Rojnameya Xiristiyan û Katolîk, li ser Tevgera Gezî ya berî pênc salan nivîsî. La Croix ku sêyemîn mezintirîn rojnameya neteweyî ya Fransayê ye, destnîşan kir ku bîranîna bûyerên Gezî piştî pênc salan jî hê li Tirkiyeyê zindî ye.

Rojnameyê li ser rewşa piştî pênc salan wiha nivîsî: "Li Tirkiyeyê ku Rewşa Awarte hatiye ragihandin û kampanya hilbijartinê dest pê kiriye, civaka sivîl û hêzên siyasî yên Tirk hê jî xwedî şopa vê tevgera spontane ne."

Rojnameyê ragihand ku Tirkiye piştî pênc salan guherî û wiha dewam kir: "Rejîma Recep Tayyîp Erdogan, bi saya Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya Tîrmeha 2016'an hê tund û dijwar bû. Nîsana 2017'an, reforma destûra bingehîn a ku erka xurt dide Serokkomar, bi referandûmê hate qebûlkirin. Agirbesta bi gerîlayên Kurd PKK'ê re êdî zehmet e."

Lêkolîner Jean-François Perouse li ser Serokkomarê Tirk Erdogan biyografî nivîsî û got, "Gezî, ji nû ve dîzaynbûna xeyal û qada siyasî ya Tirk ku gelekî dijberî hev bûne, îlan dikir."

La Croix diyar kir ku tevgera Gezî gelek komeleyên ku hê aktîf in derxist holê û di serî de HDP tevkarî li veguherîna rewşa mûxalefeta siyasî kir.

Parlamentera HDP'yî Beyza Ustun ji rojnameyê re got, "Felsefeya partiyê ji dersên Gezî û cihêrengiya aktoran sûdê werdigire." Ustun destnîşa kir ku Gezî DNA ya partiya wan e.