KZP’ê piştgirîda boykota dibistanan a TZP kurdî
KZP’ê piştgirîda boykota dibistanan a TZP kurdî
KZP’ê piştgirîda boykota dibistanan a TZP kurdî
Komîteya Perwerdehî û ziman ya KCK’ê (KZP) diyar kri ku hikûmeta AKP’ê careke din bi awayekî aşkera nîşan daye ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê ya gelê kurd qebûl nake û da zanîn ku mafê perwerdehiya zimanê dayikê mafekê gerdunî û mafekî ku divê teqez neyê xespkirine. KZP’ê ew piştgiriyê didin boykota bi pêşengiya TZP-Kurdî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin û got divê gel bi hêzeke mezin tevli vê boykotê bibe.
KZP’ê der barê sala perwerdehiya tirk ya sala 2013-2014’an tirk de daxuyaniyek da.
MAFÊ ZIMAN GERDUNIYE Û NIKARE BÊ XESPKIRIN
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku mafên perwerdehiya ziman mafekî gerdunî û nekare bê xespkirinê û got ew piştgiriyê didin boykota ku bi pêşengiya TZP-Kurdî li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatiye destpêkirin.
Di berdewamiyê hate diyar kirin ku bi hamleya ku Rêber Apo da destpêkirin re ev 7 meh bû hawireke bê pevçûn bi pêngavên yek alî hatiye jiyîn.
AKP PÊVAJO KIR QURBANA XEYALÊN HILBIJARTINÊ
Hate diyar kirin li dijî pêvajoyê AKP’ê ji roja ewil de bêsamimiyet tevgeriyaye û wiha pê de çû: “Wek rayagiştî jî dişopîne AKP’ê pêngav neavêtiye û bi vê sînor nema, hêviyên gelê kurd û gelê tirk kir qurbana xeyalên hilbijartinê. Ji ber vê jî ev pêvajo ji bo ku temenê xwe dirêj bike, bikaranî.”
Hikûmeta AKP’ê ligel daxwazên mafdar û makul yên gelê kurd û tevgera azadiyê, mafê zimanê dayikê jî teqez qebûl nekiriye û vê jî nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî gelê kurd nîşan daye. demokratê Sûriye, Filistin, Myanmar û Misirê Erdogan, li welatê dîktatorekî çawaye nîşanê hemû kesî daye. mafê zimanê dayikê mafekî gerdunî û teqez nayê xespkirinê ye.
GELÊ KURD TU CAR LI DIJÎ ZIMANEKÎ BIYANÎ DÊ NEBE NEYAR
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku gelê kurd bi gelên ku bijî re zimanê wan pir baş bikartîne û got: “Ev jî nîşan dide ku gelê kurd tu car li dijî zimanên biyanî nabe neyar û nebûye jî. Daxwazên gelê kurd aşkera ne. Ev jî mafê wan yên herî rewaye. Bi zimanê xwe perwerderhî dîtin mafê herî rewaye.”
BANGA TEVLIBÛNÊ
Di dawiya daxuyaniyê de balkişand ser sala perwerdehiya nû ya Tirk û got ew wek komîteya Ziman a KCK’ê piştgiriyê didin boykota dibistanan ya ji aliyê TZP-Kurdî hatiye destpêkirin û got: “Em piştgiriyê didin boykota dibistanan ya hefteyekê ya bi pêşeniya TZP-Kurdî hatiye destpêkirin. Em bangli hemû gelê xwe dikin ku piştgiriyê bidin vê çalakiyê û li nirxên xwe xwedî derkevin.”