Kuştina Kolberan li Helsînkiyê hate şermezarkirin
Kuştina du kolberan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hate şermezarkirin.
Kuştina du kolberan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê hate şermezarkirin.
Koma ji çalakgeran, li ber Sefaretxaneya Bilind a Îranê ya li paytexta Fînlandiya Helsînkiyê li hev civiya û kuştina du kolberan li bajarê Banê, şermezar kir. Çalakî bi pêşengiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) hate lidarxistin û Partiya Komunîst a Îranê piştgirî da. Di çalakiyê de li dijî rejîma Îranê dirûşm hatin qîrîn.