Kurkçu: Berpirsê yekem ê Komkujiya Roboskî Erdogan e

Kurkçu: Berpirsê yekem ê Komkujiya Roboskî Erdogan e

Her çendî demek dirêj bi ser damezrîna Komîsyona Qilaban a Meclîsê re ku ji bo lêkolîna Komkujiya Roboskî hatibû avakirin derbas bû lê heta niha rapor nehatiye aşkerekirin. Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu ku endamê komîsyonê ye, diyar ku salek bi azar û bêdadiyê derbas bû. Kurkuçu got: “Her roj ji nû ve êş bi malbatan dan kişandin. Lê tu pêngavek nehate avêtin. Komîsyonê bi rêazên şaşa dema xwe borand. Lê berpirsê yekemîn ê vê komkujiyê Erdogan e.”

Salek bi ser Komkujiya Roboskî yaku 28’ê berfanbara 2011 li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê pêk hat û di encamê de 19 jê zarok bi giştî 34 Kurd têde jiyana xwe ji dest dan re derbas bû. Di vê pêvajoyê de berpirsên komkujiyê nehatin aşkerekirin . Rayedarên hukûmeta Tirk jî hertim peyam dan ku ew li pişt vê komkujiyê ne. Daxuyaniya dawî ji aliyê Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan ve hate dayin. Erdoganê ku beriya niha Roboskî şibandibû kurtajê, vê carê got ku kesên li Roboskî hatin kuştin ne sivîl bûn. Her wiha heta niha rapora Komîsyona Qilaban a girêdayî Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê ye, rapora xwe ya derbarê bûyerê de aşkere nekiriye. Endamê vê komîsyonê û Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertûgrûl Kurkçu diyar kir ku berpirsê yekemîn ê vê komkuiê Erdogan e û berpirsê din jî Serfermandarê ArtêşaTirk e.

SALEK TIJE AZAR Û BÊDADÎ

Kurkçu destnîşan kir ku gava ew li xebatên komîsyonê dinêrin, lê licihê xwe yê destpêkêye û got ku salek vala vala çû. Kurkçu destnîşan kir ku îro roja salvegera komkujiyê ye û got: “Ji wê rojê heta îrotu tiştek aşkere nebûye. Em behsa saleke tije azar û bêdadiyê dikin. Bêdadî ye ji ber ku ne berpirsên komkujiyê malbatên di komkujiyê dejiyana xwe ji dest dane li rastî zextan tên. Ji nû ve êş û azaran bi malbatan didin kişandin.”

KOMÎSYONÊ DEMA XWE VALA VALA BORAND

Kurkçu destnîşan kir ku di dema lêpirsînê de jî û di dema xebatên komîsyonê de bi qasî ji dewletê hat xwest tiştan veşêre û got: “Ji ber vê jî heta niha kesên fermana ‘lêxe’daye û berpirsên din ên komkujiyê nehatine aşkerekirin.” Kurkçu destnîşan kir ku ji ber rêbazên şaş ên komîsyonê heta îro demê komîsyonê vala vala boriye û got: “Ji ber ji bo avahîgirtinê divêbûya ji Serfermandarê Artêşkê dest pê bikiriba. Ji ber ku destûra operasyona dersînor hebû, serfermandarî nikare bêyi hukûmetê fermana vê yekê dibe. Divê mirov hesabê ji Serfermandariyê bipirse. Tenê ji fermandariyê tûgay û tumenê, waliyê Şirnex û qeymeqamê Qilabanê pirsîn, ev ye jî hişt ku vala vala dem biçe.”

DÎMENÊN HERONÊ HER TIŞTÎ AŞKERE DIKE

Kurkçu da zanîn ku dema wan rapora komîsonê amade dikir, demek dirêj libenda rapora Wezareta Navxweyî mane û ev rapora wezaretê nikare vê mijarê ronî bike û got: “Belgeya herî girîng a ku me bi dest xist dîmenên Heronê bûn. Me li wan dîmenan hemû meyzand. Tişta ku me dît tiştên ku gundiyan ji me re digotin piştrast kir. Ev dîmen bi zelalî nîşan dida ku ew gundî ne û barê wan jî diyar bû. Ji bo tunekirina van mirovan nêrîneke şênber hatiye girtin. Mirov dikare bêje hemû îdîayên derbarê van dîmenan de derew in. “

ERDOGAN BI AŞKEREYÎ SERFERMANDAR PÎROZ KIR

Kurkçu bal kişand ser zelaliya dîmenan û got: “Serfermandarî û hukûmetê bi çend agahiyên sîxûrîyên ku ji wir girtine ev komkujî pêk anîne. Tu gumanên gundiyan li wir nehiştin. Gotine ger gerîlayek jî di nava vana de hebe, bila yên din jî pêre tune bibin û bi bêberpirsyartiyeke wiha tevgeriyane û komkujî pêk anîne. Hemû kes dikare vê delîlê bi dest bixe. Erdogan pir bi aşkereyî axivî û roja din jî serfermandarê artêşê ji ber vê operasyonê pîroz kir. Her çendî dizanî gundî ne jî lê vê yekê dîsa kir. “

‘FERMANDARIYA HÊZÊN HEWAYÎ NIKARE BI SERÊ XWE BALEFIR BIFIRÎNE’

Kurkçu da zanîn ku gundiyên Roboskî ku pêşî pere qebûl nekirine piştre hatine tehdîdkirin û piştre îdîa kirin ku wana ji bo mayinan alîkarîji PKK’ê girtine. Kurkçu wiha axivî: “Hûn çawa dibêjin bêjin, lê bi ya min Erdogan pir zelal axivî. Serfermandariyê jî di vê bûyerê de agahiyên di destê xwe de ji lêpirsîna li Amedê û xebatên komîsyonê veşart, delîl tune kir û bi vî awayî bû hevparê suc. Jixwe heta ferman ji hukûmetê neyê girtin, nikarin operasyoan dersînor pêk bînin. Fermandariay Hêzên Hewayî nikare bi serê xwe balafirê bifirîne. Hedef ji aliyê Serfermandariyê ve hate destnîşankirin. Berpirsên vê komkujiyê li holê ne. Lê mixabin di destê me de belgeyê ku vê yekê piştrast bikin tune ne. Lê encama ku em gihiştin ev e.”

ERDOGAN BERPIRSÊ YEKEMÎN Ê KOMKUJIYÊ YE

Kurkçu destnîşan kir ku raye di destê hukûmetê de ye, ji ber wê jî ji destpêkê ve hukûmet berpirs e û got: “Vê yekê qebûl nekirin. Erdogan berpirsê yekemîn ê komkujiyê ye û berpirsê din jî serfermandar e. Ji bo aşkerebûna vê yekê divê lêpirsîn û lêkolîn bigihin encamekê. Em dibînin ku dzogeriya Amedê di vê mijarê de rayeyên xwe bi kar nayne. Em dibînin ku serfermandarî ku divê agahiyan vedişêre, tişta dikeve ser milê wê nake. Weke mijara kuştinên kiryar nediyar, her kes dizane berpirs kî ne, lê ji bo piştrastkirina vê yekê delîl tune ne. Em jî neçar dibînin ku ne kesan belê saziyan destnîşan bikin. “