Kurkçu: AKP'ê bi gef û çekan deng stend!

Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku encamên hilbijartinê nikare bi tenê bi 'hîleyan' bên vegotin. Kurkçu diyar kir ku ji ber wan bi têrkerî bersiv nedane polîtîkaya şer a AKP'ê, dengên wan kêm bûne.

Ertûgrûl Kurkçu da xuyakirin ku encamên hilbijartinê nikare bi tenê bi 'hîleyan' bên vegotin. Kurkçu diyar kir ku ji ber wan bi têrkerî bersiv nedane polîtîkaya şer a AKP'ê, dengên wan kêm bûne. Kurkçu got, "Li pişt partiya me girseyeke bi heybet heye ku dikare me ji hemû bendan biparêze. Bi vê girseyê re em dikarin cîhanê fetih bikin."

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu, encamên hilbijartinê ji ANF'ê re nirxand.

'EM NIKARIN ENCAMAN BI TENÊ BÛYERÊN DI ROJA HILBIJARTINÊ DE QEWIMÎN GIRÊ BIDIN'

Der barê hîleyên AKP'ê û kêmbûna dengên partiya xwe de ev nirxandin kir:

"Belê hîle ji sedî sed hatiye kirin. AKP'ê ji mêj ve xwe ji bo hîleyê bi rêxistin kir. Ji bo yên li dijî hîleyan xwe bi rêxistin kirin, hewl da ku bi FETO ve girê bide. Lê belê em 1 mîlyonek dengê xwe yê winda kiriye, nikarin bi tenê bi hîle ve girê bidin. Em nikarin vê bikin. Bi nêzîkbûna roja hilbijartinê re me hinekî pê hesiyan ku dengên me kêm bûne. Ji ber vê yekê, vegotina meylên polîtîk dîrokî bi dek û dolaban, li siyasetmedarekî nayê. Li holê neheqî, bêedaletî heye û divê ev were aşkerakirin. Lê belê eger em rewşa derketiye holê bi tenê bi hîleyan û bi bûyerên di roja hilbijartinê de qewimîn ve girê bidin, em ê hingî ji rastiyê dûr bikevin."

Kurkçu anî ziman ku pirsgirêk ne mîlyonek dengên hatine dizîne, pirsgirêk mîlyonek kesên wan nikarîbûn careke din li dora xwe vehewînin e û got, "Sedema herî girîng a vê yekê jî; xuyaye me travmaya ku dewletê bi şîdetê afirandi nikarîn sererast bikin. Qelsiya me ya madî û manewî ye. Dema li girtin, kuştin, komkujî, rewşa awarte, lînç û aloziya ji ber talanê were nirxandin, hingî wê rewşa em lê rast hatine, baştir were vegotin."

'AKP BI KAMPANYA ŞÎDETÊ RE BI SER KET'

Kurkçu da zanîn ku ji Hilbijartinên Giştî yên 7'ê Hezîranê û pê ve AKP ji bo bandorê li encamên hilbijartinê yên 1'ê Mijdarê bike bi awayekî bêhiqûqî xebitiye û got, "AKP ji bo bandorê li encamên hilbijartinê bike hêza dewletê, otorîteya dewletê, çek, pere, medya, ol, rêveberiyên herêmî û hêza sermayeyê seferber kir; hemû mîna orkestrayekê bi kar anî û da xebitandin. Ji bo dengên xwe bilind bike û me bifetisîne, bêqîet bike; hatine cem ya mirovan sûc nîşan da, kombûna gel ji komkujiyê re kir bingeh. Li cihê ku ev bi kêr nehatin, serî li hîleyan da."

Kurkçu ragihand ku AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên nîjadperest û olperestiyê re MHP 'hilweşandiye' û anî ziman ku ji bo cih ji MHP'ê re nehêle, AKP bi derdorên mîna BBP, Partiya Saadetê, Huda-Parê re xebitiye. Kurkçu got, "Dema li 3-4 pûanên ji BBP, Saadet û Huda-Parê, 4 pûanên ji MHP'ê û 1 pûana ji HDP'ê were nirxandin, hingî rewş dikare were vegotin. Ev berhema xebatekê ye û niha li hemberî me blokeke rastgir û neteweperest a li dora AKP'ê civiya ye, heye. AKP veguheriye partiya eniyê ya vê blokê."

Kurkçu diyar kir ku kampanya şîdetê ya AKP'ê di encamên hilbijartinê de roleke diyarker lîstiye û got, "Mirov rabe vê kampanya şîdetê ya çar mehên dawî nebînin û mîna ku qet tiştekî bi vî rengî neqewiye rabin bi tenê bi hîleyên roja hilbijartinê ve girê bidin, ev yek wê mirovan ji rastiyê dûr bixîne. Ev hilbijartin bi gef û çekan hatiye qezençkirin. Ya ku herî zêde divê me eleqedar bike, ev e. Hîle bi serlêdana li hiqûqê dikare were zelakirin. Ji nû ve bi destxistina dengên hatine dizîn, pêkan e."

'BI RÊJEYA JI SEDÎ 11'AN RE EM DIKARIN CÎHANÊ FETIH BIKIN!'

Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Ertûgrûl Kurkçu ev nirxandin kir:

"HDP tevî her tiştî bi namûs, şeref, cesaret û sekna xwe ya vekirî li ser piyan ma. Serketineke gelekî mezin e. Ez tevlî temamiya gotinên Selahattîn Demîrtaş dibim. Me di hilbijartinên bihurî de ji sedî 11 encameke girîng didît. Dema me xwe gihand ji sedî 13'an, me xwest vê tempoyê bidomînin, lê AKP bi feylî, fîzîkî, xwîn û mirinê re pêşî li vê yekê girt. Dema bi awayekî rasteqîn lê bê temaşekirin, wê were dîtin ku di nava van şert û mercan de ji sedî 11 girseyeke gelekî girîng e. Ev girseya li pişt partiya me disekine, dikare gelên me ji hemû bendan biparêze. Bi vê girseyê re em dikarin cîhanê fetih bikin. Ev potansiyeleke gelekî girîng e."