Kurdistaniyên li Swêdê berxwedêrên 14'ê Tîrmehê bi bîr anîn

Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên li zindana Amedê li dijî hovîtiya cûnta faşîst a 12'ê Îlonê canê xwe feda kirin, di salvegera 35. a şehadeta xwe de li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.

Di civîna bîranînê de, piştî nîşandana sînevîzyona li ser jiyan û têkoşîna Çaran, siyasetmedarê Kurd Hasan Înce axivî. Înce diyar kir, di nava şert û mercên ku cûnta leşkerî hemû mûxalefet bêdeng kir û bêdengiya mirinê hebû de, berxwedana bi biryar a Kemal Pîr û hevrvêyên wî, di pêşketina Tevgera Azadiyê ya Kurd de xwedî roleke diyarker bû.

Înce ragihand, ruh û xeta berxwedanê ya li zindana Amedê li dijî xiyanet û teslîmiyetê derkete holê, di nava 35 salên bihurî de xwe li çar parçeyên Kurdistanê nîşan daye û wiha dewam kir: "Eger berxwedana kadroyên PKK'ê ya li zindana Amedê nebûya, nepêkan bû ku li Bakurê Kurdistanê derbên giran li artêşa Tirk bihata xistin, nepêkanbûn ku li Rojava û Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ'ê serketinên mezin bihata bidestxistin. Eger ev berxwedan û yên mîna wê nebûna, îro bala tevahiya cîhanê ne li ser Tevgera Azadiy^eya Kurd û gelê Kurd bû."

Înce destnîşan kir, ku divê Kurd hemû îlhamê û dersê ji Berxwedana 14'ê Tîrmehê bigirin û Kurdistaniyên li welatên Ewropayê bi taybetî yên li Swêdê dijîn, bi ruh û biryardariya berxwedêrên 14'ê Tîrmehê xwe li têkoşînê bigirin û piştgiriyê bidin têkoşîna gerîla û gelê Kurd.

Civîna bîranînê, ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk hat bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qediya.