Kurdistaniyên li Lozan û Montrealê xwestin hevdîtin bi Ocalan re bê kirin

Kurdistaniyên li derveyî welat dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin.

Kurdistaniyan li Lozan û Montrealê daketin qadan û xwestin derhal hevdîtin bi Ocalan re bê kirin.

LOZAN

Pêkhateyên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li bajarê Lozan ê Swîsreyê, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiya li meydana St. Françoîsê de daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, armanca dewleta Tirk ji dagirkirina Cerablûsê, DAIŞ nîne, lê gelê Kurd e. Di daxuyaniyê de bang li hêzên çep û sosyalîst ên Tirkiyeyî hat kirin, ku li ber vê dagirkeriya dewleta Tirk rabin. Her wiha ji bo derketina Tirkiyeyê ji nava vê rewşa kaosê hat xwestin, tecrîda li ser Ocalan derhal were rakirin. Kurdistaniyan bangên KCK'ê yên ji bo çareseriyê jî silav kirin. Di çalakiyê de gelek belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

MONTREAL

Li bajarê Montreal ê Kanadayê, bi sedan Kurdistanî li ber buroya Wezîrê Karên Derve Stephane Dîon li hev civiyan. Girseya gel, tecrîda li ser Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar kir. Di çalakiyê de hat xwestin, derhal hevdîtin bi Ocalan re were kirin.

Di dema çalakiyê de heyetek ji çalakgeran bi rayedarên Wezareta Karên Derve re rûnişt û dosyayek radestî rayedaran kir. Çalakgeran ji rayedaran xwestin, ku hikûmeta Kanadayê di vî warî de bikeve nava tevgerê.

...