Kurdistaniyan dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kirin

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, di çarçoveya "Roja rabûna li ber dagirkeriya Tirk" de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin.

Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, di çarçoveya "Roja rabûna li ber dagirkeriya Tirk" de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê şermezar kirin.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê li Başûrê Fransayê, Kolektîfa Piştgiriya bi Gelê Kurd re, ku ji Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, partiyên siyasî, sendîka û rêxistinên civakî yên sivîl pêk tê, bi wesîleya rojê meşek organîze kirin.

Kurdistanî tevî dostên xwe li ber peykerê li ber metroya François Verdierê li hev civiyan û piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmên "Kujer Erdogan", "Terorîst Tirkiye" hatin qîrîn û ji bo boykotkirina tûrîzma Tirk belavok hatin belavkirin.

Pierre Granet bi navê kolektîfê axivî û got, karnameya gunehan a Erdogan gelekî mezin e, lê belê dewletên yekîtiya Ewropayê bi bêdengiya xwe ya li pêşberî polîtîkayên qirêj bûne hevparê sûcê Erdogan. Nûnerê KCDK-E jî ji bo gelê Efrînê banga piştgiriyê kir. Di dawiya meşê de mîtîng hate lidarxistin û bi qîrîna dirûşma "Bijî berxwedana Efrînê" qediya.

FLORENSA

Li bajarê Florensa yê Îtalyayê, bi beşdariya gelek enternasyonalîstan mîtîngek hate lidarxistin. Nêzî 800 kes tevlî mîtîngê bûn. Qisekeran diyar kirin ku piştgiriya wan a ji bo gelê Kurd wê dewam bike û heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê têbikoşin. Bi navê Komîteya Kurdistan Toscana Erdal Karabey li mîtîngê axivî. Çalakî bi stranên Umuda Haykiriş û komeke muzîkê ya enternasyonalîstan qediya.

BRUKSEL

Li paytexta Belçîka Brukselê, li Komeleya Çanda Kurdan, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Komîteya Malbatên Şehîdan li dijî dagirkirina Efrînê civînek li dar xistin. Di civînê de şehîdên meha Gulanê jî hatin bîranîn. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û nûnerê PYD'ê Koçer Hesekê jî tevlî civînê bûn.

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir û işaret bi berxwedana Rojava û Efrînê kir. Kartal wekî din, hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bîr xist û destnîşan kir ku HDP wê dawî li dîktatoriya Erdogan bîne. Kartal got, divê ev firsend baş bê nirxandin.

Nûnerê PYD'ê Koçer Hesekê jî bal kişand ser têkoşîna azadiyê ya jinê. Ji Komîteya Malbatên Şehîdan Sûltan Ograş jî li civînê axivî.