Kurdistaniyan Balafirgeha Amsterdamê dagir kirin

Kurdistaniyan Balafirgeha Amsterdamê dagir kirin

Kurdistaniyên li paytexta Holanda Amsterdamê dijîn bi armanca balê bikişînin ser êrîşên li ser Kobanê Balafirgeha Schiphol dagir kirin.

Kurdistaniyên li paytexta Holanda Amsterdamê dijîn bi armanca bala raya giştî ya Holandayê bikîşinin ser êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, Balafirgeha Schiphol dagir kirin.

Koma ji 100-150 kes pêk tê, dest bi çalakiya rûniştinê kir. Kurdistaniyan di çalakiya xwe de pankartên bi awayê “Tirkiye destek dike, DAIŞ lê dixe”, “Êdî bes e ji komkujiya li Rojava re” vekirin û  sloganên bi awayê “Qatil DAIŞ”, “Qatil Tirkiye” “Qatil Erdogan” û “Kurdistan dê ji DAIŞ’ê re bibe goristan” diqîrin.

Çalakgeran bêdengiya welatên Ewropayê ya li hemberî êrîşên li ser Kurdan şermezar kir û banga piştgiriyê kirin.