Kurdistanî ji bo Meşa Dirêj li Hildesheim û Darmnstadê li hev civiyan
Meşa Dirêj a ji aliyê Kurdistaniyan ve ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirin li Elmanyayê didome.
Meşa Dirêj a ji aliyê Kurdistaniyan ve ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kirin li Elmanyayê didome.
Meşa Dirêj a ku wê heta Parlamnetoya eyaletên Mainz û Wiesbaden bidome, wê bi mîtîngekê bi dawî bibe.
Bi sedan Kurdistaniyên ku ji Navenda Civaka Demokratik a Kurd û Mannheim, Mainz, Frankfûrt, Darmstadt hatin, li Luisenplatz Darmstadt li hev civiyan. Beriya meşê girseyê daxuyaniya çapemeniyê da û piştre heta Mainzê dest bi meşê kirin. Meş wê roja Înê li ber Parlamentoya Eyaleta Wiesbaden bi mîtîngekê biqede.
HILDESHEIM
Meşa li Eyaleta Nîedersachesnê li Hîldeshenîmê di saet 10:00’an de destpê kir. Meşa ku wê 3 rojan dewam bike, wê dîsa ji pêşiya Sarstedt bahnhofenê di saet 10:00’an de destpê bike û wê Kurdistanî û dostên wan ên Elmanî yên li Hannover Andertenê jî bimeşin.
Meş bi dirûşmeyên 'Ji Ocalan re Azadî', Ji Kurdistanê re Statû' dewam kir.