BI DÎMEN

Kurdistanî ji bo azadiya Ocalan li Lozanê dimeşin

Li Lozanê, ku Kurdistanê lê kirin çar parçe, Kurdistanî bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kuridstanê re" dimeşin.

Meşa Dirêj a bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re" tê lidarxistin, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swîsreyê (DEM-KURD) ve tê organîzekirin. Meş li bajarê Lozanê dewam dike, ku li vî bajarî Kurdistan kirin çar parçe.

Meşvan li Place de Marche Renensê, li pişt pankarta bi nivîsa 'Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê' re li hev civiyan, dest bi roja duyemîn a meşê kirin. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, YPG û YPJ'ê tên hildan. Çalakger dirûşmên "Azadî ji Ocalan re", "Terorîst Tirkiye", "Dîktator Erdogan" diqîrîn.

Meş bi coşeke mezin dewam dike. Çalakger ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan, belavokan belav dikin.

Çalakger wê li nava bajarê Lozanê bigerin û berêvarê jî bi mîtîngekê dawî li meşa xwe ya dirêj bînin.